Li Misirê qeza: 32 kes mirin

Li bajarê Buheyra yê Misirê gelek erebe li hev qelibîn, di encamê de 32 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes jî birîndar bûn.

Li Misirê qeza: 32 kes mirin
28 cotmeh, 2023   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El Ehram, di encama qezayekê de ku gelek erebe li ser rêya bajarê Buheyra yê Misrê li hev qelibîn, 32 kes mirin û 63 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê, li rê zeyt ji erebeyekê herikiye, di encamê de gelek erebe li hev qelibîne û agir bi hinan ketiye.

(fr)