Dr. Farînaz Etiya: Bêpêngavbûna Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê asteng dike

Dr. Farînaz Etiya diyar kir ku bêpêavbûna Tirkiyeyê li hember însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê asteng dike, ji ber ku Tirkiye aloziyên herêmî û navneteweyî bi kar tîne da ku demê qezenc bike û kontrola xwe li ser Kurdan xurt bike. Ferînazê got divê Enqere bi berdana Rêber Abdullah Ocalan, li gel pêkanîna reformên destûrî yên ku mafên çandî û siyasî yên Kurdan garantî dikin, niyeta baş nîşan bide.

Dr. Farînaz Etiya: Bêpêngavbûna Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê asteng dike
15 gulan, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê ya rawestiyayî û pirsên zêde yên li ser siberoja çareseriyeke siyasî ya pirsgirêka Kurd de, ajansa me hevpeyvînek bi lêkolînera ji Misirê Dr. Farînaz Etiya re çêkir.

Dr. Farînaz Etiya diyar kir dayîna "mafê hêviyê" ji bo Rêber Abdullah Ocalan pir girîng e û gaveke bingehîn e ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navîn, ne tenê li Tirkiye û cîrana wê Sûriyeyê.

Ferînazê diyar kir ku serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan pir girîng e, bi taybet ji ber ku wî destpêşxeriyek da destpêkirin û bang li Kurdan kir ku pê ve girêdayî bin da ku biratî û aştiya di navbera wan û Tirkiyeyê de xurt bikin. Lêbelê, Enqereyê bi tu gavan bersiv nedaye, û heta ew jî bernedaye, tevî nebûna ti hincetek ji bo girtina wî an tecrîda berdewam, çi ji hêla siyasî ve çi jî ji hêla qanûnî ve.

Ferînazê da zanîn ku bidestxistina azadiya fîzîkî ji bo Rêber Abdullah Ocalan dê gaveke girîng be ji bo baştirkirina perspektîfên aştiyê û çareseriyek demokratîk, ji ber ku azadiya wî dê bibe bingehek ji bo pêkanîna pratîkî ya destpêşxeriya wî ku armanc dike rêyeke nû di navbera Tirkiye û Kurdan de veke.

Ferînaz Etiya bal kişand ser hincetên siyasî yên berê ên girêdayî nakokiya di navbera Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hebûna çekdarî li hin deveran. Lêbelê, ev hêncet bi înîsiyatîfa ku di Sibata borî de hatibû ragihandin, ku tê de dev ji têkoşîna çekdarî berdan, hatin guhertin.

Ferînazê da zanîn ku nebersiva Tirkiyeyê ji vê înîsiyatîfê re, kêmasiyek e ku pirs û gumanan li ser asta îradeya siyasî ya rastîn a dewleta Tirkiyeyê ya ku bi Kurdan re wekî wekhev tevbigere û rêzê li maf û çanda wan wekî welatiyan bigire, derdixe holê.

Ferînazê got ev gav dê niyeta baş a Tirkiyeyê nîşan bide û bibe sedema serkeftina pêvajoya aştiyê, lê bêçalakî dê bandoreke neyînî biafirîne û niyeta xirab nîşan bide, û nebûna îradeyek siyasî ya rastîn nîşan dide, bi taybet ji ber ku aliyek - aliyê Kurd - destpêşxeriya aştiyê dike, lê aliyê Tirkî helwestek lawaz û dudil nîşan dide.

Ferînaz Etiya destnîşan kir ku gava yekem ku Tirkiye divê bavêje ji hundur ve dest pê dike, ew jî ji nû ve nirxandina têkiliya xwe bi Kurdên di nav sînorên xwe de û misogerkirina mafên wan bi destûrê de ye. Her wiha dazanîn ku hewce dike madeyên destûrî yên têkildarî têkiliya di navbera dewlet û Kurdan de werin sererastkirin, û prensîba hemwelatîbûna wekhev bêyî cudahî di navbera neteweyan de were bicihkirin, da ku Kurd wekî welatiyên rêza duyemîn neyên hesibandin.

Di asta navneteweyî de Dr. Farînaz Etiya  diyar ku divê Tirkiye têkiliyên xwe bi Kurdên li herêmên cîran, bi taybet li Sûriyeyê, xurt bike. Ferînaz got ku Enqereyê bêîstîqrariya di dema "Bihara Ereban" de bi awayekî neyînî li deverên Kurdî bikar aniye, ku wêneya wê di nav tevahiya nifşekî Kurdên Sûriyeyê de xirab kiriye.

ROLA ELÎT Û AKTORÊN ÇANDÎ DI PIŞTGIRIYA PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE

Dr. Farînaz Etiya destnîşan kir ku hewce dike hewldanên di navbera elît, akademisyen û rewşenbîran, parêzvanên navdar ên mafên Kurdan di nav Tirkiyeyê de û piştgirên navneteweyî, zêde bibin da ku reformên qanûnî yên ku mafên hemwelatîbûnê yên ji bo Kurdan garantî dikin, pêş bixin.

Ferînazê diyar kir di nav civaka Tirkiyeyê de, û her weha di navbera elîtan de, di derbarê helwesta li ser pirsgirêka Kurd de nakokî û cudahî hene, lewma divê ev dengan ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê erin bikaranîn.

Ferînazê behsa çend înîsiyatîfên piştgirî yên navneteweyî jî kir, û diyar kir ku berê hewldanên pir baş hene, û înîsiyatîf û projeyên nû bi berdewamî derdikevin holê. Di nav wan de înîsiyatîfeke Erebî ji bo piştgiriya azadiya Rêber Abdullah Ocalan, înîsiyatîfa "Nûn" a jinan ji bo piştgiriya azadiya wî ya fîzîkî, û her weha înîsiyatîfên Ewropî û yên din ên li çaraliyê cîhanê hene.

Ferînaz Etiya got divê ev înîsiyatîf werin xurtkirin û xebata wan were birêxistinkirin da ku lawaz û qesl nebin. Her wiha diyar kir ku divê piştgirî ji bo wan were dayin,  ji bo doza Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd bangeşî were pêşve xistin, helwesta Tirkiyeyê were zelalkirin, cîhan der barê mijarê de were agahdarkirin, û were gotin ku divê gelê Kurd mafên xwe li welatên ku lê dijîn bi dest bixe.

Ferînazê destnîşan kir ku divê ew wêneya neyînî ya ku Tirkiyeyê li ser Kurdan pêşxistiye were guhertin, ku wan wekî "terorîst", "cudaxwaz" û sedemên nearamiyê li welatên ku lê dijîn nîşan dide.

Ferînaz Etiya diyar kir ku divê xebata medyayê û çandî, bi karanîna hêza nerm, vê guhertina wêneyê pêşve bibe û nêrîneke hevsengtir û dadperwertir pêşkêş bike.

Lêkolîner Dr. Ferînaz Etiya xwediyê doktoraya zanistên siyasî ya ji Fakulteya Aborî û Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Qahîreyê ye.

(k)

ANHA