Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 4’an de ye

Çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 4ˈan de dewam dikin.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 4’an de ye
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 4’an de ye
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 4’an de ye
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 4’an de ye
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 4’an de ye
Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja xwe ya 4’an de ye
18 cotmeh, 2024   14:46
QAMIŞLO

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8ˈan a bi dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê" hatiye organîzekirin, di roja xwe ya 4ˈyan de li Hola Zana ya Qamişloyê dewam dike.

Pêşangeh îro di saetên sibehê de li pêşiya serdêran hat vekirin.

Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve hatiye birêxistinkirin û heya 22ˈyê Cotmehê dê dewam bike. 54 sazî û weşanxeyên xwecih, erebî û navneteweyî, 15 hezar sernavên pirtûkên bi mijarên cuda beşdarî pêşangehê bûne. Di pêşangehê de çalakiyên wêjeyî, hunerî wekî îmzekirina pirtûkan tê lidarxistin, semîner tên dayîn û panel jî tên lidarxistin.

Dê saet di 17.00ˈan semînerek li ser dîroka wêjeya kurdî ji aliyê nivîskar Arşik Baravî ve were dayîn, pirtûk werin nasandin û çalakiyên hunerî jî werin lidarxistin.

(bb)

ANHA