Pervîn Bûldan peyamên Îmraliyê ji girtiyên jin re ragihand

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan serdana siyasetmedarên jin ên li girtîgehên Kandira û Gebzeyê kir.

Pervîn Bûldan peyamên Îmraliyê ji girtiyên jin re ragihand
5 sibat, 2025   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, çû serdana girtiyên jin ên siyasetmedar ên li girtîgehên Kandira û Gebzeyê. 

Buldan, têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêber Abdullah Ocalan re agahî da girtiyan. 

li Girtîgeha Jinan a Kandirayê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ziyaret kir û silav û peyamên Rêber Abdullah Ocalan jê re şandin.

Yuksekdag jî got: “Em qîmeteke mezin didein pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin.” Ev pêvajo dê bibe qonaxeke nû ya têkoşîna me ya ked û azadiyê. Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin.”