Pentagon: Kirin ji dengê gotinan bilindtir e

Pentagonê têkildarî daxuyaniya ‘Ketaîb Hizbullah’ a Iraqê daxuyaniyek da û diyar kir ku “kirin ji dengê gotinan bilindtir e".

Pentagon: Kirin ji dengê gotinan bilindtir e
31 ÇILE, 2024   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA’yê Pat Ryder got haya Pentagonê bi daxuyaniya Ketaîb Hizbullahê ya Iraqê heye û destnîşan kir ku dê bi kirin ne bi gotinan bê nirxandin.

Ryder wiha domand: "Me ew rapor dîtin. Tu helwesteke me ya diyar li hember wê tune ye. Lê kirin ji dengê gotinan bilindtir e."

Ryder got: "Dema dibêjin kirin ji dengê gotinan bilindtir e, ez behsa 3 êrişên li dijî hêzên DYA’yê yên li herêmê dikim. Herî dawî êrişa balafira bêmirov di 28`ê Çileyê de li dijî baregehekê li Urdinê."

Ketaîb Hizbullah duh êvarê ragihand ku dê “operasyonên xwe yên li dijî hêzên DYA’yê yên li herêmê” rawestandine.

28`ê Çileyê CENTCOM`ê ragihandibû ku li dijî baregehekê li ser sînorên Urdin û Sûriyeyê ku leşkerên amerîkî lê ne, êrişa bi balafira bêmirov pêk hatiye.

Washingtonê komên alîgirên Îranê bi êrişê tawanbar kirin û got dê bersivê bide. Tehranê jî got tu eleqeya wê bi êrişê nîn e.

(şx)