PEN Internationalê ji bo Cîhan û Nazim daxuyanî da: Divê hesab bê pirsîn

PEN Internationalê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir.

PEN Internationalê ji bo Cîhan û Nazim daxuyanî da: Divê hesab bê pirsîn
20 kanûn, 2024   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

PEN Internationalê têkildarî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin bi êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk hatin qetilkirin, li ser hesaba xwe ya platforma X’ê peyamek parve kir û qetilkirina rojnamegeran şermezar kir. 

Di peyamê de wiha hate gotin: “Rojnamegerên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, di êrişa Tirkiyeyê ya li bakurê Sûriyeyê de hatin kuştin. Em vê êrişê şermezar dikin. Em bang li Tirkiyeyê dikin tavilê lêpirsînê bide destpêkirin û hesabê ji berpirsyaran bipirse.”