Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê

Piştî erdheja bi pileya 8.8 a li Rûsyayê, pêlên tsûnamiyê gihan peravên Rûsya, Japonya û Amerîkayê. Li Japonyayê fermana tehliyekirina 2 milyon kesan hat dayîn.

Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
30 tîrmeh, 2025   13:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li nîvgirava Kamçatka ya li Rojhilatê Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhej çêbû. Piştî erdheja ku di bin Penava (Okyanûs) Pasîfîkê çêbû, li Japonyaya li başûrç Kamçatkayê û DYA, Ekvador û Perû yên li wî aliyê penavê hişyariya tsûnamiyê hat dayîn. 

 REWŞA RÛSYAYÊ

 Ajansa nûçeyan RIA Novostî, di nûçeya xwe ya ku spartiye rayedarên rewşa lezgîn de, pêlên tsûnamiyê li bajarê Severo-Kûrîlskê yê Rûsyayê yê li peravê penavê xistine û qama wan 3 metreyî derbas kirine û ya herî mezin jî 5 metre bûye.

 Wezîrê rewşa lezgîn ê herêma Kamçatkayê Sergey Lebedev, got ku di erdhejê de heya niha mirî nehatine ragihandin, lê dibistaneke seretayî zirar dîtiye.

 Hat destnîşankirin ku erdhejê li herêma Sakhalînê zirara daye xeta ceryanê û li herêmê ceryan hatiye birin.

 JAPONYA: BIRYARA TEHLIYEKIRINA 2 MILYON KESÎ

 Li Japonyayê ji bo nêzî 2 milyon kesên li peravê Penava Pasîfîkê biryara tehliyekirinê hat dayîn. Rayedaran bang li kesên li peravên rojhilatê yê welêt dijîn kir ku hilkişin deverên bilind.

 Her wiha Saziya Meteorolojiyê ya Japonyayê jî ragihand ku pêlên tsûnamiyê gihaştine hin deverên welêt.

 Hat ragihandin ku pêlên ewil biçûk bûne û gihaştine herêma Fûkûşîma, Miyagî û Iwateyê û qama van pêlan li dora 3 metreyan e.

 Her wiha li Çîn, Fîlîpîn, Endozneya, Zelandaya Nû û Meksîkayê jî ji bo tsûnamiyê hişyarî hatin kirin.

 Saziya Rêveberiya Penav û Atmosferê ya DYA'yê (NOAA) ji bo Papûa Gîneya Nû, Giravên Solomon û Vanûatûyê, di warê tsûnamiyê de daxuyaniyek belav kir.