Zarokên li Kampa Waşokanî di nava pencên koçberî û germahiyê de ne

Bi zêdebûna germahiyê re li Kampa Waşokanî zehmetiyên zarokan girantir bûne. Xemeke malbatan jî êdî bûye ev ku kêmeke avê peyda bikin û pê zarokên xwe hinekî hênik bikin.

Zarokên li Kampa Waşokanî di nava pencên koçberî û germahiyê de ne
Zarokên li Kampa Waşokanî di nava pencên koçberî û germahiyê de ne
Zarokên li Kampa Waşokanî di nava pencên koçberî û germahiyê de ne
Zarokên li Kampa Waşokanî di nava pencên koçberî û germahiyê de ne
Zarokên li Kampa Waşokanî di nava pencên koçberî û germahiyê de ne
Zarokên li Kampa Waşokanî di nava pencên koçberî û germahiyê de ne
Zarokên li Kampa Waşokanî di nava pencên koçberî û germahiyê de ne
Zarokên li Kampa Waşokanî di nava pencên koçberî û germahiyê de ne
30 tîrmeh, 2025   13:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Kampa Waşokanî ya koçberên Serêkaniyê li rojavayê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ye. Niştecihên wê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di 2019ˊan de ji bajarê xwe koçber bûne.

Di vê kampê de malbat di şert û mercên jiyanî yên dijwar de dijîn, bi taybet bi zêdebûna germahiyê re.

Di nava kampê re zarok galonan hildidin û li avê digerin da ku avê dagirin û li laşê xwe bikin.

Girseyên jin û zarokan, di bin tava rojê de, li pêş xezaneyên avê ne, li benda dora xwe ne ku avê dagirin. Jinek avê li serê zarokê xwe yê biçûk dike ku hinekî hênik bike.

Li cihekî din jî welatiyek zaroka xwe dixe bin henefiya avê, da ku hênik bike. Naxwaze dîmenên wî werin kişandin û bi dengekî nizm dibêje: "Germahiya havînê heta rehmê li zarokan jî nake. Ji bilî laşê wê şil bikim tu çareserî nîn e.”

Di hundirê konan de rewş zehmettir e. Germahî bêhna mirovan teng dike. Bi wê re kon bûne odeyên xeniqînî ku bi kêrî jiyanê nayên.

Ji 2019ˊan ve koçberiyê xewnên zarokan ên jiyanê têk birine. Li hember wê jî hîna malbat bi hêviya vegera ewle li warên xwe ne ku ji van zehmetiyan xelas bibin.

(fr)

ANHA