Li Herêma Mexmûrê dronek din ket

Li gorî agahiyan dronek bombebarkirî li nêzî bajarokê Mexmûr ya ser bi Nînovayê ketiye xwarê.

Li Herêma Mexmûrê dronek din ket
30 tîrmeh, 2025   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Rojnews’ê di saet 09:30’an de dronek bombebarkirî li gundê Dugirdkan ya ser bi bajarokê Mexmûr ya ser bi Nînovayê ketiye xwarê.

Hat zanîn ku drona ku bombebarakirî dema li erdê dikeve teqiyaye, lê tiştek bi kesê nehatiye.

Hêjayî gotinê ye di nava çend hefteyên borî de, bi dehan dron li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê ketin xwarê. Herwiha gelek caran bi dronan êrişî bîrên petrolê yên li Herêma Kurdistanê jî hatine kirin û heya niha ti komek çekdar berpirsyartiya êrişan ne girtiye ser xwe.