Pêkhateyên Til Temirê beşdarî taziyaya şehîd Omer Meter bûn

Pêkhateyên navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê sersaxî da malbata şehîdê QSD`ê Omer Mihemed Meter.

10 mijdar, 2023   14:08
HESEKÊ

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Omer Mihemed Meter 7`ê Mijdarê dema erka ya leşkerî pêk dianî, li Til Temirê şehîd bibû. 

Konê sersaxiyê li taxa Qews a li rojhilatê navçeyê hat vedan, pêkhateyên navçeyê ji bo sersaxiyê berê xwe da kon.

Piştî rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Ehmed Hemo Hesen axaftinek kir. Hesen sersaxî da malbata şehîd û soz da ku ew ê heta tunekirina dagirkeriyê û mayîndekirina aramiyê li herêmê, rêwîtiya şehîd dewam bikin.

Ji fermandarên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ronat Tirbespiyê jî sersaxî da malbata şehîd û got: “Em îro di bin konê şeref û rûmetê de kom bûne, bi saya fedakariyên şehîd Omer û hemû şehîdên azadiyê malbat û zarokên me bi ewlehî dijîn.”

Hevseroka Meclisa Herêma Til Temirê Gulîxan Sofî jî axivî. Gulîxan anî ziman ku gelên herêmê di Şoreşa Rojava de fedakariyên mezin nîşan da, herêm ji çeteyan rizgar kir û bi saya hevgirtina hemû pêkhateyan û xwedîderketina wan li hêzên wan ên leşkerî aramî pêk anî.

Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeyê Hêvîn Sabrî jî îşaret bi fedakariyên şehîd Omer di oxira aştiyê de nîşan dane, kir û got: “Tu gotin nikarin şehîd pênase bikin. Lê em dikarin bêjin ku şehîd mûmeke ku ji bo kesên din jiyan bikin, xwe dişewitînin.”

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(c)

ANHA