Pêkhateyên Cizîrê berê xwe da Bendava Tişrînê

Karwanekî din ê şêniyên kantona Cizîrê û koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê ji bo çalakiya nobetê dewr bigire, berê xwe da Bendava Tişrînê.

12 nîsan, 2025   12:07
HESEKÊ

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiya nobetê li bendavê didomîne.

Bi dehan şêniyên ji bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Til Birak, Şedadê, Hol û Hesekê û koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê ji bo ku çalakiya nobetê dewr bigirin vê sibehê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.

Girseya li Çerxerêya Panorama ya bajarê Hesekê kom bû, bi berzkirina dirûşmên yekitî, parastin û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker berê xwe da Bendava Tişrînê.

Şêniyên ber bi bendavê ve bi rê ketine, dê çalakiya nobetê ji şêniyên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê dewr bigirin ku ji 9’ê Nîsanê ve nobetê girtine.

PEYAMÊN PIŞTGIRIYÊ

Şêniya bi navê Senaa El Samir a ji bajarê Til Temirê der barê çûna xwe ya Bendava Tişrînê de got: "Em Ereb, Kurd û Asur berê xwe didin Bendava Berxwedanê da ku sekn û helwesta xwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ragihînin."

Elaedîn El Zahir ê ji gundewarên Til Temirê anî ziman ku çûna wan a Bendava Tişrînê peyama berxwedan û biryardariyê ye û wiha pê de çû: "Bendav reha jiyanê ye. Em ê heya dilopa dawî ya xwînê parastina bendavê bikin. Em ê nehêlin senaryoyên stasyona avê ye Elok a li Serêkaniyê dubare bibe."

Elaedîn El Zahir diyar kir ku dewleta Tirk av û ceyranê wekî çekekê li dijî sivîlan bi kar tîne, da ku wan bide koçberkirin û ewlehiya herêmê xirab bike.

Nehla El Xelef a ji heman bajarî diyar kir ku piştgiriya wan a ji hêzên wan re nasekine û wiha dom da axaftina xwe: "Heya êriş berdewam bin, em ê biçin bendava berxwedanê. Moralê me bilind e. Em piştgiriyê didin hêzên xwe yên ku vî erdî diparêzin."

Jina bi navê Fatîma Îbiş a ji Efrînê got ji bo parastina herêmê çi ji wan were xwestin ew amade ne pêşkêş bikin û ev peyam da: "Em ê heya dawî xwedî li berxwedana Bendava Tişrînê derkevin."

Jina ciwan a bi navê Jînda Elî ji bajarê Hesekê ye destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişan dixwaze îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişikîne. Jînda bi bîr xist ku ciwan û tevahî pêkhate cihê xwe di çalakiya parastina bendavê de digirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em şer nexwaz in, em aştîxwaz in û xwediyê projeya neteweya demokratîk in. Em li vir in û em ê li vir bimînin."

(bb)

ANHA

HESEKÊ

Til Temir