Di êrişên Îsraîlê de 3 filistînî hatin kuştin

Di êrişên hêzên Îsraîlê yên li ser Xeza û Xan Yûnisê de 3 kes hatin kuştin.

 Di êrişên Îsraîlê de 3 filistînî hatin kuştin
12 nîsan, 2025   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), balafireke bêmirov a hêzên Îsraîlê li taxa Tufah a li rojavayê bajarê Xezayê malek bombebaran kir, di encama bombebaranê de 2 filistînî hatin kuştin.

Ajansê diyar kir ku artêşa Îsraîlê li herêma Mewasê kampa koçberan jî bombebaran kir û da zanîn ku di wê bombebaranê de kesek hatiye kuştin û hin kesên din birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê bi obîsan herêma Qîzan Reşwan a li başûrê bajarê Xan Yûnisê topbaran dike.

(bb)