Pêdviya rageşiya Lubnanê bi aktîvkirina biryara 1701ˊê heye

Bi dewama rageşiya li eniya başûrê Lubnanê û zêdebûna êrişên di navbera Hizbullah Û Îsraîlê de, ji aliyên siyasî û navneteweyî ve axaftina li ser banga pêkanîna biryara navneteweyî ya 1701ˊan zêde bû. Gelo rêbaz hene metirsiya şer ji hola rabe?

Pêdviya rageşiya Lubnanê bi aktîvkirina biryara 1701ˊê heye
21 tebax 2024   07:35
BEYRÛT
RANYA UBÊD

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyê Yekbûyî (NY) di 2006'an da anku di şerê Tîrmehê yê Lubnanê de biryara 1701 derxist. Armanc ji wê biryarê rawestandina şerê di navbera Îsraîl û Hizbullah de û bidawîkirina şer bû.

Biryara 1701 ji valahiyê derneketiye. Ew berhema alozî û pevçûna di navbera Îsraîl û Hizbullah de ya gelek salan bû. Piştre ev şerê heyî derket holê û dîsa jî nîqaşa li ser vê biryarê derket holê.

Parêzer û Dr. Paul Markos ê serokê saziya JUSTICIA li Beyrûtê û profesorê zanîngeha navneteweyî ya karan a Strasborgê ji ajansa me re diyar kir ku biryara 1701 berhema lihevkirineke herêmî û navneteweyî bû. Her wiha destnîşan kir ku her çiqas ev biryar ji aliyê Îsraîlê û hêzên li Lubnanê ve were binpêkirin, lê dîsa jî ew çalak dimîne û pêwistî bi derxistina biryareke din tune ye.

Markos diyar kir ku binketina di vî warî de nayê wateya ku di biryarê de yan jî di makanîzma wê de şaştî hene. Lê belê tê wateya ku aliyek heye êdî bi biryarê ne pabend e, nexasim Îsraîl.

GELO JI BO PÊKANÎNA AGIRBESTÊ TU BIRYARÊN DIN HENE?

Markos anî ziman ku eger biryarek nû ji aliyê Konseya Ewlehiyê ve hat dayîn, wê demê ew ê vê biryarê piştrast bike; ji ber ku ev biryar ji bo xêzkirina hîmên şer li başûrê Lubnanê xwedî girîngî ye.

Markos got: "Piraniya giliyên ku Lubnan di çarçoveya mijara şerê Erebî - Îsraîlî de dike, ji aliyê Konseya Ewlehiyê ve tên paşguhkirin. Ger Konseya Ewlehiyê xwe di vî warî de tevgerî, dê tenê bi daxuyaneyeke şermezarkirinê yan jî biryareke din be. Anku dê tenê ji Îsraîlê bixwaze biryarê pêk bîne û pêkanînê jî ji Îsraîlê re bihêle."

Markos di dewama axaftina xwe de got Konseya Ewlehiyê dikare biryarekê bide ku dadgeheke taybet a Ad Hoc ava bike ku van giliyan di ber çavan re derbas bike. Mîna ew yek berê bi avakirina dadgehên Yugoslavyaya, Ruanda û Lubnanê pêk hatine. Bi wê re jî Konseya Ewlehiyê li gorî pergala Roma ya 1998ˊan dikare van giliyan Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ya Daîm re rake.

Markos got ew dayîna biryareke tund ji hêla Konseya Ewlehiyê ve bi dûr dixe, ji ber ku der barê mijara Xezayê de tu biryar nedan, gelo wê çawa der barê başûrê Lubnanê de biryaran bide?. Markos anî ziman ku rojane balafirên Îsraîlê asîmanê Lubnanê bin pê dikin. Li kêlek van binpêkirinan jî, hin biryarên Konseya Ewlehiyê ji bo berjewendiyên Lubnan û doza Filistînê hene, mînak biryara 425 a ku banga vekişîna hêzên Îsraîlê dike û biryara 502 a ku banga vekişîna tevahî hêzên biyanî ji xaka Lubnanê dike.

GELO DÊ GUHARTIN DI BIRYARA 1701ˊAN DE ÇÊBIBE?

Markos diyar kir ku xuya ye tu guhartin di biryara 1701ˊan de tune ye, ji ber ku mijara şertgirî li ser şerê li Xezayê ye, ne li ser başûrê Lubnanê ye. Pêdiviya biryara 1701ˊê bi pêkanîna ji gelek aliyan ve heye, ne tenê ji aliyê Lubnanê ve û ya herî zêde dive Îsraîlê pabendî biryarê be, ji ber ku ew biryarê bin pê dike.

Markos di dawiya axaftina xwe de gotger biryara 1701ˊê were pêkanîn, wê demê dê rola UNIFELˊê çavdêriya li ser pêkanînê be û dê tevahî giliyên Lubnanê pêşkêş kirine li ser kaxezan bimînin heta helwesteke adilane ji Konseya Ewlehiyê ve li hember binpêkirinên Îsraîlê li dijî sivîl, rojnameger û xaka Lubnanê tê nîşandan.

(mh)