Karasû: Lihevkirina bi dewleta Tirk re tê wateya firotina Iraqê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku lihevkirina navbera Enqere û Bexdayê Lihevkirinan bi dewleta Tirk re tê wateya firotina Iraqê.

Karasû: Lihevkirina bi dewleta Tirk re tê wateya firotina Iraqê
21 tebax 2024   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrişên dagirkeriyê, lihevkirina dawî ya navbera Enqere û Bexdayê nirxand.

Nirxandine Mûstafa Karasû bi vî rengî ye:

“Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Têkoşîn û çalakiyên li hemberî tecrîdê jî zêde dibin. Hûn asta heyî çawa dinirxînin?

Beriya ku tecrîda li ser Rêber Apo binirxînim, di salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê de Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê li Rêber Apo pîroz dikim. Li tevahiya şervanên azadiyê û gelê me jî pîroz dikim. Tecrîda li ser Rêber Apo gelekî giran e û dewam dike. Hefteya derbasbûyî hevalan nirxandin. Tecrîd tevî ku dewam dike, şerekî taybet jî dimeşînin û qaşo dibêjin 'hevdîtin wê bê kirin lê tevgera me naxwaze'. Ev ne rojeke, hefteyeke, tecrîd bi salan e dewam dike. Bi salan e tu çima nahêle ku parêzer û malbata wî hevdîtinê pê re bike? Niha radibe propagandayeke vala dike. Bêguman kes ji vê bawer nake. Cîhan tev zane ku di mijara Rêber Apo de em hesas in. Her wiha li tevahiya cîhanê tevgereke din nebûye ku di vê astê de xwedî li Rêberê xwe derdikeve. Rêber Apo 26 sal in dîl girtî ye lê belê tevgera me, rêveberiya me, gelê me heta dawiyê xwedî li Rêber Apo derdikevin, di çarçoveya îdeolojî û polîtîkaya Rêber Apo de têkoşînê dimeşîne. Lewma gotina 'Di navbera Rêber Apo û gelê me û tevgera me de pirsgirêk heye, tevgera me naxwaze hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin' dereweke mezin e. Propagandaya reş e. Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye. Li hemberî vê yekê bêguman xwedîderketineke mezin heye. Xwedîderketina li Rêber Apo ji tevgera me, ji gelê Kurd jî derbas bûye, veguheriye mijareke tevahiya gelên cîhanê. 69 xwediyên xelata Nobelê ji bo azadiya Rêber Apo îmze dan, name ji saziyên navneteweyî û rêveberiya Tirkiyeyê re şandin. Ev yek nîşan dide ku mijara daxwaza azadiya Rêber Apo bûye daxwaza tevahiya mirovahiyê. Ev tecrîd bi rengekî kêfî tê meşandin, ti sparteyeke xwe ya hiqûqî, qanûnî nîne. Bi rengekî eşkere vê dibêjin; dema ku em hevdîtinê bide kirin wê gotinekê bibêje, bandorê li civakê bike, bandorê li siyasetê bike. Ji gotineke wî siyaseta qirker a li Tirkiyeyê wê zerarê bibîne, teşhîr bibe. Ji ber vê yekê nahêlin hevdîtin bê kirin. Sedemeke din a astengkirina hevdîtinê nîne. Vê yekê jî bi rê û rêbazên cuda dibêjin, tînin ziman. Beriya demeke kurt em hîn bûn ku heyeteke dewleta Tirk li Ewropayê hin hevdîtin kir, di van hevdîtinan diyar kiriye ku sedema astengkirina hevdîtinan ew e ku Rêber Apo nêrîna xwe tîne ziman, peyaman dide civakê û gel, lewma jî nahêlin hevdîtin bê kirin. Ev yek bi şênberî û eşkere gotine. Mikur hatin. Rastî jî ji xwe ev e, ji ber vê yekê nahêlin hevdîtin bê kirin. Ma tiştekî bi vî rengî dibe? Bi salan girtiyek, girtiyekî siyasî, dîlgirtiyek nikare hevdîtinê bike, hevdîtina wî tê astengkirin ku ev yek bi temamî helwesteke kêfî ye. Ti hinceteke xwe nîne. Hincetên têne nîşandan derew in. Bêguman li hemberî vê têkoşîn tê meşandin, wê bê meşandin. Teqez em jî gelê me jî mirovahî jî wê dest ji têkoşîna azadiya Rêber Apo bernedin, wê bi pêş ve bibin. Em dikarin vê bibêjin; gelekî teşhîr bûye. Ji xwe ji ber ku teşhîr bûye serî li şerê taybet dide. Niha eger radibe bi propagandayeke reş dibêje 'demeke wê hevdîtin bê kirin, lê belê tevger nahêle' gelekî tengav bûye, ev yek nîşan dide ku gelekî tengav bûye. Ji ber vê derewên welê dike ku kes jê bawer nake. Bi salan e tu çima nahêle parêzer û malbat hevdîtinê pê re bike, piştre jî derewên bi vî rengî dike. Ev yek rastiya dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bi temamî dewleteke şerê taybet e, li hemberî Kurdan ti polîtîkaya xwe li gorî hiqûq, siyaseta normal, exlaqê nîne. Hemû polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan şerê taybet e. Şerê xapandin û derewan e. Şerê xapandina civakê ye. Şerê li dijî Kurdan bi vî esasî dimeşîne. Dema ku mijar pirsgirêka Kurd be, divê hûn ji tiştekî dewleta Tirk bawer nekin. Divê civak, siyasetmedar, cîhan jê bawer neke. Di pirsgirêka Kurd de karê xwe derew e, berevajîkirina rastiyan e. Xapandina cîhanê, civaka Tirkiyeyê û civaka Kurd karakterê bingehîn ê dewleta Tirkiyeyê. Divê ev yek bê zanîn. Wê hîn jî mezin bibe, têkoşîna azadî ji Rêber Apo re. Di vê mijarê de dewleta Tirk wê teşhîr bibe. Bi tecrîd û şerê psîkolojîk ê li ser Rêber Apo eşkere bûye ku dewleta Tirk dewlet û desthilatdariyeke çawa ya faşîst e. Ji xwe gelek rewşenbîr û nivîskar li cîhanê xwedî li Rêber Apo derdikevin, dixwazin Rêber Apo azad bibe. Diyar dikin ku xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li azadiya cîhanê, demokrasiyê ye. Ev yek rastiyeke. Ev yek wê gav bi gav li tevahiya cîhanê belav bibe. Ji ber ku fikrên Rêber Apo ne tenê gelê Kurd eleqedar dike, ne tenê gelên Rojhilata Navîn eleqedar dike. Fikrên Rêber Apo hemû mirovahiyê eleqedar dikin. Di demekê de ku modernîteya kapîtalîst cîhanê dirizîne, fikrê Rêber Apo reçeteya rizgariyê ye. Banga ji bo rizgarkiyê ye. Ji bilî paradîgma û nirxandinên Rêber Apo mirovahî nikare ji vê rizandin û hilweşîna modernîteya kapîtalîst bê rizgarkirin. Lewma ji ber ku mirovahî têkoşîna azadiya Rêber Apo di heman demê de weke têkoşîna azadî û rizgariya xwe dibîne qat bi qat wê xwedîderketina li Rêber Apo dewam bike.

Em di salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê de ne. Cejna Vejînê li Kurdistanê û gelek deverên cîhanê tê pîrozkirin. Ji gelek aliyan ve jî tê nirxandin. Ez dixwazim bi taybetî aliyê wê yê zindanê bipirsim. Hûn di wê demê de li zindana Amedê bûn. Pêngava 15'ê Tebaxê bandoreke çawa li zindanan kir?

Beriya ku bersivê bidim pirsa we, fermandarê Pêngava 15'ê Tebaxê hevrê Egîd bi hurmet bi bîr tînim. Hevrê Egîd bi rastî jî pêşengê vê têkoşînê bû, ruh da vê pêvajoyê. Her wiha şehîdên meha Tebaxê hevrê Erdal, Huseyîn Mahîr, Zekî Şengalî û Atakan Mahîr bi hurmet bi bîr tînim. Bêguman di meha Tebaxê de bi sedan, bi hezaran hevrêyên me şehîd bûn. Lê belê di şexsê wan de hemû hevrêyan bi bîr tînim. Beriya demeke kurt, Navenda Parastina Gel eşkere kir ku hevrê Alan Milazgîr û Berwar Dersim şehîd bûn, wan jî bi minetdarî bi bîr tînim. Bêguman ew li ser şopa hevrê Egîd meşiyan, ji bo serxistina Pêngava 15'ê Tebaxê di nava şert û mercên herî giran de têkoşiyan, bi ser şert û mercên giran ve meşiyan. Bi taybetî van salên dawî şehadeta hevrêyên di nava têkoşînê de bûn û bi ser dijmin ve meşiyan, bi rastî jî gelekî hêja ye. Têkoşîna wan gelekî hêja ye. Van hevrêyan îrade û biryardariya serxistina Pêngava 15'ê Tebaxê nîşanî her kesî dan. Şehadeta van hevrêyan xeta têkoşînê şênber dike û nîşanî her kesî dide. Dikin ku têkoşîn bênavber dewam bike.

Dema ku Pêngava 15'ê Tebaxê pêk hat em li girtîgehê bûn. Wê demê zextên li girtîgehan hinekî sivik bûbûn, di encama berxwedanan de herî dawî berxwedana Çileya 1984'an bû, li zindanê ew zext hatibû lawazkirin. Bêguman di vir de divê vê yekê bibêjim, dema ku em di berxwedana Çileya 1984'an de bûn malbatek hat gel me. Anî ziman ku heval hatine Botanê, amadekarî kirine, wê têkoşîna gerîla bidin destpêkirin. Em di berxwedanê de bûn, dibe ku hinekî ji bo moralê bide me agahiyeke bi vî rengî dabû. Min destpêkê ev ji kesî re negot. Çend mehan min negot. Demekê fikirîm ku gelo ji hevalan re bibêjim çiqasî rast e, çend mehan min negot. Piştre min ji hevalekî bi tenê re got. Dema ku Pêngava 1984'an pêk hat, hevalan yekser meraq kirin bê kê kiriye. Nîqaşên bi vî rengî jî hatin kirin. Ji ber ku di rojiya mirinê ya sala 1984'an de malbatekê agahî dabû me, me got hevalên me ne, amadekarî kiribûn. Me got, çalakiya wan e. Me dibihîst ku tevgera me amadekariyê dike, dixwaze xwe komî ser hev bike û têbikoşe. Têkiliya me ya bi derve re gelekî kêm bû. Ber bi dawiya sala 1983'an bû me agahiyeke bi vî rengî wergirt. Me agahî wergirt ku heval amadekariyê dikin, nîqaşên gerîlatiyê tê kirin. Li ber destê me pirtûkek 'pirsgirêka Kurdistanê û rêyên çareseriyê hebû', beşek wê gihîşt ber destê me. Ne hemû. Dema ku hevalek ji Xarpêtê sirgûnî Amedê bû, wî anî bû. Me hewl dan ji wir hin tiştan fêhm bikin. Têkiliyên me gelekî kêm bûn. Bêguman Pêngava 15'ê Tebaxê bandoreke gelekî mezin li zindanê kir. Weke ku barê giran ê li ser milê hevalan rabû. Êşkenceya ku heta wê rojê li wan hatibû kirin bi wate bûbû. Yanî êşkenceya di oxira vê dozê de li wan hate kirin bi Pêngava 15'ê Tebaxê re hîn bi wate bû. Bi vî rengî Pêngava 15'ê Tebaxê bandoreke mezin li zindanê kir. Zextên beriya wê gelekî bandor kiribû. Berxwedanek hebû, lê belê ji ber ku zexteke giran hebû, bandora wê zextê dihate hîskirin. Lê belê bi Pêngava 15'ê Tebaxê re ev yek bi temamî hate avêtin. 14'ê Tîrmehê di asteke girîng de avêtibû, baweriya bi têkoşînê ji nû ve xurt bûbû. Li zindanan hem ji bo rêxistinbûn hem jî berxwedanê atmosfereke nû hatibû afirandin, lê belê 15'ê Tebaxê ev derbasî qonaxeke nû kir. Bi rastî jî dilê her kesî rehet bû. Moral wergirt. Dîtin ku berxwedana kirin, êşa kişandin girîng e, hêja ye. Ev gelekî girîng bû. Bêguman bi 15'ê Tebaxê re rola zindanê guherî. Ji ber ku berxwedana zindanan di demekê de ku têkoşîn nebû, di navbera salên 1980 û 1984'an de bû pirek. Di sala 1980'î de darbeya leşkerî bû, partiya me xwe vekişand. Yanî di wê pêvajoyê de berxwedana zindanê ew valahî dagirt. Bi saya berxwedana rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê bû pireke gelekî girîng, bandoreke gelekî girîng kir. Bêguman vê berxwedanê bandor li destpêkirina 15'ê Tebaxê jî kir. Yek ji bandorên giran ên ku 15'ê Tebaxê li zindanê kir ew bû ku polîtîkaya dewletê ya li ser zindanê hate têkbirin. Dewleta Tirk dixwest li zindanan girtiyan teslîm bigire û piştre jî pêşengên vê berxwedanê îdam bike. Armanc ev bû. Polîtîkayeke bi vî rengî meşand. Lê belê 15'ê Tebaxê dema ku pêk hat, her wiha beriya 15'ê Tebaxê dema ku tevgera tasfiye nebû, têkoşînê dewam kir; di sala 1983'an de gerîla ketin nava welêt, dewleta Tirk di sala 1983'an de bi navê 'Operasyona Guneş' li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonek kir, li qada Behdînanê. Ji ber ku tevger neeciqî Rêberê me ji bo komkirina tevgerê gelekî hewl da, ji ber ku rêxistina derb xwar ji nû ve komî ser hev kir li Tirkiyeyê li nava hemû rêxistinan hema hema îdam kirin. Mehkûmên sivîl îdam kirin, mehkûmên edlî. Li Tirkiyeyê yên ku herî zêde li dijî faşîstan çalakiyên çekdarî kirin, li dijî çeteyan çalakî kirin, li dijî zordar û ajanan çalakî kirin tevgera me bû. Beriya 12'ê Îlonê, piştî 1938'an yekemcar li çiyayên Kurdistanê bi komên dehan kesî bi çekên mezin liv û tevger hebû. Ne bi debanceyê, bi çekên giran digeriyan. Wê demê M1 hebû, Kalaşnîkov hebû yan jî G3 hebû. Yanî bi van çekan li çiyê digeriya, li hemberî leşker û jendermeyan şer hate kirin. Jenderme mirin. Her wiha di wê demê de tevgera me li hemberî polîsên êşkencekar gelek çalakî kir. Bi kurtasî beriya 12'ê Îlonê li hemberî faşîstan, li hemberî polîsên êşkencekar, li hemberî leşkerên Tirk ên dagirker yên ku herî zêde têkoşiyan tevgera me bû. Lê belê ji rêxistinên cuda îdam hatin kirin. Di nava me de nekarîn îdamê bikin. Ji ber vê nekarîn bikin. Ji ber ku rêxistin li ser piyan ma û piştre Pêngava 15'ê Tebaxê hate kirin îdam wê encameke berevajî bi xwe re bianiya. Dema ku îdam bikira ev yek wê têkoşîn lawaz nekiribûya, wê gel bi hêrs bikira, têkoşîn xurtir bikira. Ji ber vê li nava hemû rêxistinan îdam kirin, lê belê ji nava me îdam nekirin. Sedema wê ew bû ku em neeciqîn. Em têdikoşiyan û Pêngava 15'ê Tebaxê pêk hat. Ji ber vê yekê 15'ê Tebaxê îdam asteng kir, li zindanan zext êdî berê nema dikarîbû bihata kirin. Di şexsê zindanê de wê tevgera me bêbandor bikirana, wê bieciqandibûna, êdî tevgera bi xwe li ser piyan bû, têkoşiya. Li zindanê zext bikira wê çi bibûya? Ji xwe di rewşeke welê de ku tevger ewqasî têdikoşiya zexta li zindanan wê ti bandor nekiribûya. Lewma 15'ê Tebaxê bandoreke girîng li zindanan kir. Bi rastî jî me moraleke gelekî mezin jê wergirt. Meşa me bi xwe hat guhertin. Meşa wan hevalan guherî ku ewqasî êşkence û zext dîtibûn. Ji ber vê 15'ê Tebaxê bandoreke gelekî mezin li zindanê kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Pêngava 15'ê Tebaxê pênaseya 'Ronesansa Kurdan' dike. Bi taybetî dema ku mirov zext û êrişên li ser çand û wêjeya Kurdî yên niha li ber çavan bigirin, Pêngava 15'ê Tebaxê bandoreke çawa li ser karên çand û hunerê yên li Kurdistanê kir? Ji bo parastina vê bandorê divê helwesteke çawa bê nîşandan?

Çand û huner ji bo gelekî, ji bo civakekê çavkaniya bingehîn a jiyanê ye. Eger çand, huner û wêjeya civakekê tine be, ew civak mirî ye, li ber mirinê ye. Beriya 15'ê Tebaxê Kurd li ber mirinê bû. Hêvî û hestên Kurdan hatibûn şikandin, jiyana nû wê çawa be, daxwaza xwe ya jiyanê hatibû şikandin. Kurd veguherîbû civakeke welê ku rojane dijî, xwe têr dike. Civakeke ku hêviya xwe ya jiyanê û paşerojê kêm bû. Di nava civakeke bi vî rengî de huner, wêje nabe. Huner û wêje hestan diafirîne. Hêviyê diafirînin. Baweriya bi paşerojê, bendewariya ji paşerojê re huner û wêjeyê diafirîne. Di nava civakê de eger dînamîzma jiyanê hebe, guherîn hebe, huner û wêje tê afirandin. Lê belê beriya 1984'an hest, hêviya civakê, baweriya bi paşerojê şikestibû. Veguherîbû civakeke welê ku ji bilî hestên rojane hestekî xwe nebû. 15'ê Tebaxê encamên gelekî girîng afirand. Bi vê pêngavê re Kurdên ku hêviya xwe şikestî bû ji nû ve bû xwedî hêvî. Lewma Rêber Apo timî digot, 'Hêvî ji her tiştî hêjatir e'. Gotineke pêşiyan a Japon heye ku dibêje, 'Yê ku malê xwe winda bike tiştekî xwe ji dest dide. Lê belê yê ku hêviya xwe winda dike her tiştên xwe ji dest dide'. Bi rastî jî Kurdan hêviya xwe winda kiribûn. Lewma 15'ê Tebaxê hêvî afirand. Hest û kelecaneke nû afirand, baweriya bi paşerojê afirand.

Civak bi ser xwe ve hat. Kurdan ji nû ve xwe dîtin. Gelê Kurd, civaka Kurd fêhm kir ku neteweyek e, civakek e, dikare azad bibe, dikare demokratîk bibe, dikare hêviya ji bo paşerojê biafirîne. Ji ber vê yekê bandora 15'ê Tebaxê ji aliyê hest, hêvî û nirxan ve gelekî mezin bû. Mirov ji aliyekî ve jiyanê bi huner, wêje û çandê diafirîne. Jiyana bi wate bi vî rengî ye. Wateya jiyanê bi huner, wêje û çandê tê afirandin. Lê belê ji bo huner, wêje û çandê jî pêwîstî bi hêviyê heye. Pêwîstî bi baweriya ji paşerojê û hestên nû heye. Di nava civakê de hêmanên nû pêwîst in ku guhertinê pêk bînin û dînamîzmê biafirînin. Pêngava 15'ê Tebaxê ev yek afirand. Hest, kelecan, coşeke mezin û baweriya bi paşerojê afirand. Nêrîna mirovan guherî. Di encama vê yekê de jî çand, huner û wêje gelekî bi pêş ve çû. Vaye NÇM ava bû, NÇM sala 1991'ê ava bû. Ya ku ew damezrandin pêk anî pêngava 15'ê Tebaxê ye. Nirx û serhildanên wê ye. Li ser vê yekê muzîk bi pêş ket; wêje, helbest bi pêş ket. Li her derê Kurdan dest bi jiyaneke bi coş kirin. Bi jiyanê hesiyan. Dest bi jiyana bi rengê Kurdîtiyê kirin. Berê pêvajoyeke welê hebû ku ji Kurdbûnê direviyan. Belê Kurdbûn nemiribû, lê belê bêhêvî bû, bawerî tine bû. Lewma polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk, polîtîkaya Tirkkirinê heta astekê bandor dikir. Bi hest, nirx û fikrên Pêngava 15'ê Tebaxê re dînamîzmeke mezin a civakî hate afirandin û di huner û çandê de pêşketinên mezin pêk hat. Ji xwe dema mirov bala xwe didin ser dîroka mirovahiyê, dibînin ku herî zêde di demên şoreşê û têkoşînê de huner û wêje bi pêş ketine. Qala wêjeya Fransayê tê kirin. Wêjeya Fransayê piştî reforma Ronesansê di wê dema ronakbîriyê de afirî.

Wêjeya Rûs jî herî zêde beriya şoreşê, her wiha piştî şoreşê bi wê dînamîzma civakê hate afirandin; jiyaneke nû hate avakirin. Di vê mijarê de pirtûkên girîng hene. Romana 'Divê çawa bijî' ya Aleksandr Puşkin ji ber ku di nava civaka Rûs de fikir û hestên nû afirand, piştre bû sedema pêşketinên mezin. Lewma gelekî girîng e ku Rêber Apo ji bo 15'ê Tebaxê dibêje Ronesansa Kurdan.

Rêber Apo eşkere kir bê di nava civaka Kurd de hest çawa hatin kuştin, şikestin û tinekirin; Kurd çawa ji jiyaneke ji moral û hêviyê hatin dûrxistin. Ji ber ku 15'ê Tebaxê ev rewş guhert, guhertinên mezin afirand Rêber Apo ev pêvajo weke Ronesansa Kurdan pênase kir. Dewleta Tirk niha ji bo vê veguherînê asteng bike êrişî wêje, huner, çand û zimanê Kurdan dike. Ji ber ku ya civakekê ava dike ev in. Jiyana bi hestan, hestên nû, kûrbûna hestan, liv û tevgera li gorî hestan. Ya ku jiyanê bi wate dike wêje, huner û çand e. Lewma dewleta Tirk niha êrişî govendê, muzîkê, ziman dike, destûrê nade konseran. Li şûna vê yekê destûrê dide wan konseran ku xizmetê ji Qirkirina Kurdan re dikin. Em dibihîzin, hin hunermendên Kurd tevlî van konserên dewletê, konserên şerê taybet dibin. Em wan bi tundî şermezar dikin. Hunermendên Kurd bi vî rengî nabin. Wêjeya Kurd bi vî rengî nabe. Haya wan ji wateya hunerê nîne. Nizanin bê huner çi ye. Hunerê tenê weke şahiyekê dibînin yan jî weke qadeke qezençkirina pereyan dibînin. Gelo bi vî rengî dibe? Ev ne huner û hunermendî ye. Hunermendên bi vî rengî dikin divê dest ji vê helwestê berdin. Naxwe wê di dîroka Kurdan de bêne lanetkirin.

Bi fîşeka destpêkê ya Pêngava 15'ê Tebaxê re şerê gerîla destpê kir. Heta niha bi hezaran gerîlayên jin û mêr li gelek deverên Kurdistanê berxwedaneke dîrokî dikin. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan li ser asta şer agahiyên girîng da raya giştî. têkildarî şerê ku dewam dike hûn dikarin çi bibêjin? Di sala 41'ê ya pêngavê de çi li benda me ye?

Beriya her tiştî fermandarên HPG'ê û hemû şervanan ên ku vê têkoşîna mezin dimeşînin bi hurmet silav dikim. Şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Bi rastî jî hevrêyên me têkoşîneke dîrokî dimeşînin. Bi vî rengî hest, ruhê berxwedanê yê gelekî diafirînin. Gelekî diafirînin. Her têkoşîn karakterê berxwedanê yê gel xurt dike; welê lê dike ku têk naçe. Ev yek ne tenê berxwedana kesekî, deh an jî pêncî kesî ıye. Dibe berxwedan û nirxê gelekî. Û vê yekê jî di nava şert û mercên herî giran de dikin. Bi vî rengî gelê Kurd dikin gelekî welê ku karibe di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe bide.

Ev gelekî girîng e; hevrêyên me yên ku niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê li tunelan û bi tîmên bi tevger şer dikin, bi rastî jî têkoşîneke dîrokî û mînak dimeşînin. Divê gelê Kurd vê bibîne. Bi rastî jî hevrêyên me hêjayî her cûre hurmetê ne.

Beriya ku qala berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê bikim, di vê dema dawî de li Bakur jî berxwedaneke gelekî mezin bû. Şerekî girîng qewimî. Hevalên me yên hêja jî şehîd ketin. Hevalên me yên li Bakur şehîd ketin, hemû hevrêyên me yên hêja bi hurmet û minet bi bîr tînim. Bêguman ew têkoşîna wan a bi biryar wê bike ku civak hîn bi biryar têkoşîna xwe dewam bike.

Berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rastî jî piralî bû. Dema dawî Yekîneyên Hewayî yên Dogan Zinar gelek çalakiyên girîng kirin. Derbên girîng li dijmin xistin. Bêguman dijmin jî bi piştgiriya PDK'ê ji bejahî ve ku berê bi şerkirinê gav bi gav dihat, lê niha ji Xabûrê li qada PDK'ê di rêya asfalkirî de tê, qadên gerîla ji başûr ve dorpêç dike û hêzê li aliyê başûr bi cih dike. Niha ne ji Zap, Metîna û Avaşînê, ji ber ku ji aliyê başûr tên li ser wê xetê, di ser Derelûkê re êrişî Garê dikin. Niha êrişî her devera Bergarê dikin. Êrişên hewayî dikin, gundan dişewitînin, vala dikin. Lewma şer ji 3'ê Tîrmehê û pê ve derbasî qonaxeke nû bû. Di 3'ê Tîrmehê de bi piştgiriya PDK'ê gihîşt qonaxeke nû. Tirkiye êdî Başûrê Kurdistanê weke herêma xwe ye bi kar tîne, weke li herêma xwe ye tevdigere. Berê ji Bakur, ji xeta sînor yan jî ji qadê êriş dikir û dihat. Bi balafiran, helîkopteran, SÎHA'yan bi vî rengî gav bi gav dihat. Niha ne welê ye. Niha veguheriye êrişekê ku qadên gerîla, Metîna, Zap, Avaşînê ji başûr ve dorpêç dike. Li aliyê din Garê kiriye hedefa xwe. Gundên li Bergarê niha şewitîne. Ya rast niha li her devera Herêmên Parastinê yên Medyayê şewat heye. Daristan dişewitin. Bila raya giştî û cîhan bi vê zanibe; her roj bi balafiran bi dehan caran êriş dikin. Her êrişeke bi balafiran jî tê wateya şewatê. Lewma niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her qada ku têkoşîn heye şewat heye. Kurdistan dişewite, PDK lê temaşe dikin. Welatparêziya wan, hezkirina wan a ji welêt ewqas e. Kurdistan dişewite. Bila ev yek bê zanîn. Bi taybetî piştî vê biharê, bihar û heta zivistanê di nava şeş mehan de her êrişeke bi balafiran tê wateya şewatê. Bifikirin, niha li Tirkiyeyê jî şewat heye. Bi tiştekî biçûk şewat rû dide. Li Yewnanistanê şewat rû dide. Di rewşeke bi vî rengî de gelo li cihekî ku her roj êrişên bi balafiran tê kirin wê çi bibe? Her der wê bişewite, ku ji xwe dişewite. Rewş bi vî rengî ye.

Şer heye. Li Xakurkê jî heye. Şer li her derê heye. Dewleta Tirk ji xwe dibêje ku wê her derê bi dest bixe. Ev yek tê wê wateyê ku dibêje ew ê bi piştgiriya PDK'ê vê bike. Dibêje wê bi hev re wan herêman hemûyan kontrol bikin. Ev yek tê wê wateyê ku tevî PDK û Iraqê qadên Başûrê Kurdistanê mîna qadên xwe yên serweriyê, mîna Mêrdîn, Sêrtê dinirxîne. Lewma bi vî rengî diaxive. Bêguman li hemberî vê yekê berxwedan dewam dike, wê dewam bike. Gerîla li hemberî êrişên dewleta Tirk bi taktîkeke di cih de, bi taktîka tîmên bi tevger û tunelan bersivê dide. Ji ber ku tîmên bi tevger ên xwe dispêrin tunelan li her derê hene, her tunelek mîna kelehekê ye. Û ji wê derê tîmên bi tevger her tim şer dikin. Derbê li hêzên dijmin dixe. Tîmên bi tevgera her roj ji wê derê derdikevin û li qadê derbê lê dixin. Li aliyê din taybetmendiyeke din a tunelan jî ew e ku li ser qadê serwer in. Leşker nikarin xwe nêzî wan qadan bikin ku tunel lê ne. Bi vî rengî tîmên bi tevger jî dikevin nava liv û tevgerê û derbê li dijmin dixin. Havînê jî derbê lê dixin. Berê di dema baranê de derb lê dihate xistin. Niha baran hebe yan jî nebe, di her şert û mercî de heval êrişê dibin ser hedefên dewleta Tirk. Lewma şer wê dewam bike. Ji ber ku ev berxwedan berxwedana azadiyê ya gelê Kurd e, berxwedana man û nemanê ye. Dibêje, ez ê tine bikim. Şerê tinekirina Kurdan dimeşîne. Li dijî Kurdan şerê qirkirinê dimeşîne. Hebûna Kurdan nas nake. Hebûna PDK'ê jî nas nake. Niha ji ber ku li dijî PKK'ê bi kar tîne, têkiliyê bi wan re datîne. Yanî dema hebûna PKK nebe, ji xwe karê xwe bi PDK'ê re qediya ye. Tişta ku ew bike nîne. Bi feraseta netewe dewletê dixwazin Kurdan tine bikin. Dixwazin Kurdistanê bikin qada belavbûna netewetiya Tirk. Aqlê niha yê Tirkiyeyê bi vî rengî ye. Divê Kurd hemû vê yekê bibînin. Yanî dijminatiya dewleta Tirk ne tenê li dijî çep û sosyalîstên Kurd e. Ji bo Kurdan înkar bike, ne girîng e ku Kurd ji kîjan fikrê siyasî ye. Rastgir jî be, Îslamî jî be Kurd ji bo dewleta Tirk hêza divê bê tasfiyekirin e. Yanî bila kes nebêje; dewleta Tirk dijminê filan Kurdan e. Ew dijminê Kurdan hemûyan e. Tenê wê demê ji Kurdên lawaz sûdê werdigire ji bo wan Kurdên xurt tine bike.

Lewma rengê siyasî yê dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan nîne. Ne ji ber siyaseta Kurdan dijminatiyê lê dike. Tenê ji ber ku Kurd e, ji ber xwedî nasnameya Kurd e, ji ber ku dixwaze bi çand û nasnameya xwe bijî dijminê Kurdan e. Bila her kes bi vê zanibe. Bila kes xwe nexapîne. Bi vê wesîleyê bêguman berxwedana hevrêyan wê dewam bike. Em berxwedana wan silav dikin. Bêguman di vir de em vê jî bibêjin. Divê gelê me hîn bêhtir xwedî lê derkeve, rewşenbîr, partiyên siyasî hîn bêhtir xwedî lê derkevin. Partiyên li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava xwedî lê derkevin. Divê piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Gel, ciwan, jin divê bi her awayî piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Gerîla têkoşîneke ewçend mezin a man û nemanê dimeşîne, lewma temaşekirina li vê yekê nabe. Yanî nikare bê gotin; Gerîla xweş lê dide, xweş li ber xwe dide, bi rengekî mezin li ber xwe dide. Ev ne pirsgirêka gerîla ye, pirsgirêka man û nemanê ya gelekî ye, pirsgirêka her kesî ye. Ji ber vê yekê divê hîn bêhtir xwedî li têkoşînê derkevin.

Di van êrişên dagirkeriyê de Iraq bi rolekê radibe. Di serdana dawî ya li Enqereyê de peymanek mohr kir ku bi vî rengî nîşan da wê rola xwe hîn mezin bike. Gelo hikumeta Iraqê ya heyî Iraqê û gelê Iraqê dixe nava xeteriyeke bi çi rengî?

Peymanek mohr kirin, xuya ye wê hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Ya ku Iraq anî vê nuqteyê bi esasî polîtîkayên PDK'ê ye. Tirkiye û PDK'ê bi hev re zext li Iraqê kirin, bi vî rengî Iraq kişandin nava şer. Kir parçeyek ji şerê li dijî me. PDK'ê timî ev digot ji dewleta Tirk re; em Iraqê jî tevlî vî karî bikin, YNK'ê jî tevlî vî karê bikin, bi vî rengî dikarin encamê bi dest bixin. Niha Iraq kişandin nava vî şerî, dor hatiye wê yekê ku di ser YNK'ê re vê polîtîkayê mezin bikin. PDK ji xwe hêzeke bi vî rengî ye, her kes pê zane; PDK bi têkiliya bi mêtingeran re, bi têkiliya bi dijminên Kurdan re rêxistinên Kurdan ên ji xwe re weke hevrik dibîne tasfiye dike. Jiyana PDK'ê, jiyana siyasî ya PDK'ê bi vî rengî ye. YNK çawa ji Hewlêrê avêt? Bi hevkariya bi Saddam re kir. Tank, leşkerên Saddam hatin YNK ji Hewlêrê derxistin, li şûna wan jî PDK bi cih kirin. Niha jî hewl dide vê yekê bi destê dewleta Tirk bike. PDK her tim, ji destpêkê ve xwestiye YNK'ê tasfiye bike. Piştî ku PKK bû hêzek, xwest PKK'ê tasfiye bike. Ji bo vê jî timî dijminan bi kar tîne. Bi şantajê Iraq jî tevlî vî karî kir. Şantajê li Iraqê dike; dibêje eger tu vê polîtîkayê nemeşîne ez ê bi dewleta Tirk re hîn bêhtir hevkariyê bikim, li Iraqê pirsgirêkan biafirînim. Bi vî rengî zor da Iraqê û tevlî vî karî kir. Belê, zexta dewleta Tirk heye, le belê eger PDK di nava vî karî de nebûya Iraq nedihat vê qonaxê. Yê ku herî zêde dixwaze Tevger bê girtin PDK ye. Ya ku li Şengalê PADÊ da girtin PDK ye. Yê ku herî zêde dixwaze li Iraqê partiya demokratîk bê girtin PDK ye. Agahiyê dide dewleta Tirk, dewleta Tirk jî zextê dike. Bi vî rengî pêk tîne. Divê ev bûyer bi vî rengî bê dîtin. Belê niha Iraq ketiye nava vî karî, Iraq erê dike. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê çûye, serkêşê heyetê, piştre jî Wezîrê Karên Derve yê Başûr çûye, endamên heyetê yên PDK'ê di nav de hene. Bêguman polîtîkaya PDK'ê ya Fûad Hisên. Fûad Hisên çima çûye? Çima Wezîrê Karên Derve yê PDK'ê çûye? Bi rengekî eşkere di mijara 'Li dijî PKK'ê wê şerekî çawa bê meşandin?' mîna şêwirmendekî ne, şêwirmendên Iraqê ne. Bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin.

Lê belê divê ev yek bê gotin. Rêveberiya Iraqê ya niha ji aliyê xwendin û fêhmkirina dîrokê ve lawaz e. Bi vî rengî tê fêhmkirin. Dewleta Tirk nas nake. Polîtîkaya rojane dimeşîne. Niha dewleta Tirk şantaj kir; av weke şantajê bi kar anî. Niha sist dike. Iraq jî dikeve vê xefikê. Ev yek teqez ne li gorî berjewendiya Iraqê ye. Desthilatdariya niha, Sûdanî û alîkarên wî ji ber ku bi Tirkiyeyê re ev têkilî danîne wê hezar carî poşman bibin. Wê poşman bibin ji ber ku serê xwe li ber şantaja PDK'ê tewandine. Dîroka Iraqê wê çawa wan bi bîr bîne? Em dikarin vê bibêjin. Wê bi başî bi bîr nîne. Dewleta Tirk ewqasî nas nakin, teslîmî polîtîkaya gêzer-ço ya dewleta Tirkiyeyê bûye. Qaşo bi têkiliya bi Tirkiyeyê re ji aliyê aborî ve wê hinekî rehet bibin. Ev yek firotin e. Wateyeke din a vê nîne. Ji bo hin derfetên aboriyê lihevkirineke bi vî rengî ya bi dewleta Tirk re firotina Iraqê ye. Ev yek tê vê wateyê. Di cîhana heyî ya modernîteya kapîtalîst de nêzîkatiya rojane û madiyatê gelekî zêde ye. Fikir û nêzîkatiya gelparêz, civakîparêz, neteweyî û demdirêj kêm e. Rewşa rêveberên heyî yên Iraqê bi vî rengî ye. Ji hişmendiya dîrokê bêpar in, polîtîkayên rojane dimeşînin. Tu çawa dikare PKK'ê weke dijmin îlan bike? Qaşo rêxistina qedexekirî ye. Haydar Ebadî Serokwezîr bû û gelek rayedarên Iraqê spasiya PKK'ê kiribûn. Ji ber ku DAÎŞ têk bir. Eger DAÎŞ têk nebiribûya gelo wê niha rewşa Iraqê çi bûya? Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkbirina DAÎŞ'ê de rola PKK'ê gelekî mezin e. Gelek şervan şand, şehîd bûn. DAÎŞ bi vî rengî hate têkbirin. Belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Rojava deh hezar şehîd dan. Bi deh hezaran birîndar dan, DAÎŞ bi wî rengî hate têkbirin. Kê li Şengalê DAÎŞ rawestand? Hûn ê bibûna sedema qirkirinê, PKK'ê rûmeta we rizgar kir. Şengal ji qirkirinê rizgar kir, rûmeta Iraqê rizgar kir. Ê niha radibin nizanim dibêjin PKK rêxistina qedexe ye. Bêpîvanî, bêwijdanî, bêexlaqî gelo di vê astê de dibe? Wê bi xweşiya Tirkiyeyê biçe, bi xweşiya PDK'ê biçe. PDK şantajê dike, qaşo wê dilê PDK'ê xweş bike. Her ku hûn dilê Tirkiyeyê, dilê PDK'ê xweş bikin, hûn ê têk biçin. Kêfxweşkirina wan tê wateya têkbirina Iraqê. Tayyîp Erdogan ji Malîkî re çi got? Malîkî li desthilatdariyê bû. Malîkî hinek rexne li Tirkiyeyê kiribû. Erdogan gotibû, 'Tu kî ye, kî te cidî dibîne?' Got, çi yê te heye. Iraq hîn bi pirsgirêk e, hîn pirsgirêk dewam dike. Got, tu welatekî bi vî rengî ye, kî te cidî dibîne? Yanî heqaret li Serokwezîrê Iraqê kir. Niha hinekî li rûyê we dike. Rabin hinekî sekneke bi rûmet li dijî Tirkiyeyê nîşan bidin, bê wê çi bibêje. Ji ber ku sekneke bi rûmet nîşan nade, li rûyê Iraqiyan dikin. Bi rastî jî haya xwe jê nîne bê çi dikin, ji hişmendiya dîrokê bêpar in. Vaye dibêjin desthilatdariya Şîa. Eşkere bibêjim, eger desthilatdariyeke Sûnî hebûya ewqasî teslîmî Tirkiyeyê nedibû. Ew cuda ye, Sûnî niha xwe dispêrin Tirkiyeyê û desthilatdariya heyî tengav dike, ew rast e. Lê belê em bibêjin eger desthilatdarî bi temamî Sûnî bûya, wê ewqasî teslîmî Tirkiyeyê nebûya. Hişmendiya wan a dîrokê bilind e. Dewleta Tirkiyeyê hîn bêhtir nas dikin. Ji ber ku ji aliyekî ve Şîa di dîroka Iraqê de zêde tevlî siyasetê nebûne. Li ser siyasetê serwer nîne, li derveyî siyasetê mane. Şîa bi giranî li derveyî siyaseta Iraqê, têkoşîna civakî ya Iraqê, bingeha siyasî û aborî ya Iraqê man. Xuya ye ji ber vê yekê hişmendiya wan a polîtîk û dîrokê lawaz maye. Li hemberî vê yekê bêguman divê gelên Iraqê, hêzên siyasî yên li Iraqê li ber xwe bidin. Divê xeteriya vê yekê bibînin; gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî divê vê yekê bibînin û li ber vê peymana Iraqê ya bi Tirkiyeyê re rabin. Divê partiyên siyasî yên Kurd li ber rabin. Ev yek teslîmbûyîn e. Lewma gef li ser YNK'ê heye. Iraqiyan gotine li Başîkayê wê Tirk perwerdeyê werbigirin, ew ê jî hîn bi bandor bibin. Hûn xwe dixapînin. We dagirkeriya Tirkan rewa kirin. Kî wê Tirkiyeyê ji wir derxîne? Gelo ji we heye ku wê derkeve? Sibe wê bibêje me bi rijandina xwînê ev der bi dest xistin. Wê bibêje me bi filan rengî bi dest xistin. Ji xwe dibêjin, ji aliyê dîrokî ve ya me ye, dibêjin Mîsakî Mîlî ye. Belê di nava Mîsakî Mîlî de Kerkûk, Mûsil, bakurê Sûriyeyê hebûn. Ferqeke bi tenê heye, ew girîng e. Dema ku Mîsakî Mîlî hate qebûlkirin wê demê Kurd nedihatin înkarkirin. Di nava Osmanî de înkarkirina Kurdan tine bû. Ne bi vî rengî bû, Kurd înkar nedikirin. Abdullah Cevdet yek ji damezrînerên Îttîhat Terakkî ye, di bingeha felsefeya Kemalîzmê de fikrên Abdullah Cevdet heye. Abdullah Cevdet Kurdekî Arapgîrlî ye. Dema ku Civata Tealî ya Kurd ava dibe Abdullah Cevdet diçe, pîroz dike. Dibêje, 'Hûn gelekî baş dikin. Divê Kurd bi pêş bikevin, divê hûn bixebitin'. Vê dibêje. Ji ber ku înkarkirina Kurdan nîne. Dema ku di nava damezrînerên Îttîhat Terakkî de cih digigre ji ber ku înkarkirina Kurdan nîne, di nav de ye. Eger înkarkirina Kurdan hebûya, nikarîbû tevlî bibûya. Yanî dewleta Tirk a niha Kurdan înkar dike. Di nava Osmaniyan de tiştekî bi vî rengî tine bû. Ev rewşeke nû ye. Piştî Peymana Lozanê rû da. Ji ber vê yekê jî berevajî dîroka xwe tevdigerin.

Dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê didomîne, ev yek faktorek e û di hundir de dibe rewşa muxalefetê. Lê belê piştî hilbijartinên xwecihî faşîzma AKP-MHP’ê têra xwe ketibû tengasiyê. Gelo mirov dikare rewşa niha ya muxalefetê tenê weke tengavbûn yan jî pasîfîzmê binirxîne?

Niha girîng e ku mirov polîtîkaya dewleta Tirk bizane. Rojên borî jinek ji ber roportaja li kolanê dayî, hate girtin. Dema kesek diaxive, li hemberî AKP’ê dibe muxalîf tê girtin. Jixwe hemû Kurdan digirin. Her roj li Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî hene. Evane ne tenê ji ber ku Kurd in, ji ber nasnameya Kurdî diparêzin û di nava HDP’ê de siyasetê dikin, tên girtin.

Niha, pirsgirêka muxalefeta li Tirkiyeyê heye. Eger muxalefet vê yekê nebîne, têkildarî vê yekê polîtîka nehilberîne ti encam wernagire. Sedemê ku desthilatdariya AKP’ê ev qasê dijminê demokrasiyê ye, dijminahiya li hemberî Kurdan e.

BI GOTINA ‘KURD WÊ JI DEMOKRASIYÊ SÛD WERBIGIRIN’ DIJMINATIYA DEMOKRASIYÊ DIKIN

Ji ber ku li dijî Kurdan polîtîkaya tasfiye û çewisandinê dimeşîne, ev qasê dijminatiya demokrasiyê dike. Hem hûn ê demokrasiyê bixwazin hem jî bêjin têkoşîna demokrasiyê, hem hûn ê bertek nîşanî dijberiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî demokrasiyê bidin, lê belê wê polîtîkayeke we ya Kurd nebe. Wê demê helwesta we ya demokrasiyê jî, berteka we ya li hemberî AKP’ê jî vale ye, ti wateya wê nîne. Ji vî alî ve divê muxalefet vê rastiyê bibîne. Bi gotina ‘Kurd wê ji demokrasiyê sûd werbigirin’ dijminatiya demokrasiyê tê kirin.

Yanî sedemê dijminatiya demokrasiyê, neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Wê demê hûn ê têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, polîtîkayê çêbikin. Hûn ê li dijî polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî Kurdan, derbikevin. Encex bi vî rengî hûn dikarin têkoşîna demokrasiyê ya xwedî sekin bimeşînin. Hin rêxistinên çep hene. Çiqas vê rastiyê dibînin û li dijî AKP-MHP’ê helwest digirin? Em partiya çep nas dikin, dizanin. Em hevalên di partiya çep de, yên di nifşên xwe de dizanin.

Hûn li rojname û kovarên wan temaşe dikin, tiştek têkildarî pirsgirêka Kurd nîne. Çima? Eger pirsgirêka Kurd bikeve rojevê, desthilatdariya AKP û MHP’ê wê nerehet bibe.

Wê dest bidin wan. Ma wisa dibe? Derdikeve televîzyonê, ji xwe re dibêje sosyal demokrat lê belê dema pirsgirêka Kurd dibe mijara gotinê, çavê wî/ê dizivire. Ti ferqa wî/ê ji AKP’î û MHP’iyan nîne. Têkoşîna demokrasiyê wiha nabe. Ji vî alî ve, hemû hêzên demokrasiyê eger bi rastî jî rast û têkoşîneke demokrasiyê ya bi helwest bimeşînin, wê têkildarî pirsgirêka Kurd bi hestiyar bibin. Bila li hemberî zextên li ser gelê Kurd helwesteke eşkere bigirin.

Bibe parçeyekî girîng ê rojeva wan. Kî dibêje ez muxalefeta desthilatdariya AKP’ê dikim, wê demê divê li dijî polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî Kurdan jî derbikeve.

Eger tu têkildarî pirsgirêka Kurd nêzîkatiyeke rast nîşan nedî, tu li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê jî bî ti wate û encamek polîtîk nîne. Ji vî alî ve ez zêde naxwazim tiştekî bêjim. Eger hemû hêzên muxalîf li dijî AKP-MHP’ê yan jî faşîzmê têkoşînê didin, wê demê divê polîtîkaya Kurdî ya rast hebe. Têkoşîna demokrasiyê ya rast encex li ser vî bingehî dikare bê dayîn.

Êrîşên komkujiyê yên Îsraîlê yên li ser gelê Fîlîstînê dewam dikin, di demek wiha de Serokê Dewleta Fîlîstînê Mahmut Abbas çû Tirkiyeyê. Li Meclîsa Tirkiyeyê axaftinek kir. Têkildarî tiştên li Fîlîstînê diqewimin û Mahmut Abbas hûn çi dibêjin?

Fîlîstîn êşeke mezin dikişîne. Em polîtîkaya Îsraîlê ya li hemberî Fîlîstînê, bi tundî şermezar dikin. Bi rastî jî komkujiyeke mezin heye. Êdî ev komkujî di asta qirkirinê de ye. Naxwazin li wir Fîlîstînê bihêlin.

Helbet Mahmut Abbas yek ji lîderên Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê ye, helbet em têkoşîna wan bi rêzdarî pêşwazî dikin. Lê belê ji desthilatdariya AKP-MHP’ê tiştek hêvîkirin, hesibandina ku desthilatdariya AKP-MHP’ê wê piştgiriyê bide têkoşîna Fîlîstînê xwexapandineke mezin e. Me di nava têkoşîna Fîlîstînê de cih girtiye, me şehîd dane. Li aliyê din me tevkarî û piştgiriya Fîlîstîniyan wergirtiye.

Ji vî alî ve girêdanek di navbera me û têkoşîna gelê Fîlîstînê de heye. Girêdaneke hestê heye, girêdaneke dîrokî heye. Ez dixwazim vê bêjim.

Mahmut Abbas jî, her kes jî divê bizane. Sedemê ku ev qas pirsgirêka Fîlîstînê li cîhanê bi bandor e, gelên cîhanê xwedî lê derdikevin, me berê jî destnîşan kir, têkoşîna hêzên çep e. Encama xwedî derketina hêzên çep a li Fîlîstînê ye. Li hemû cîhanê ev qasê xwedî derketina Fîlîstînê heye. Di salên 1960’an, di dawiya 60’an, di 70’an de li Tirkiyeyê hêzên çep hêzên şoreşger xwedî li têkoşîna Fîlîstînê derketin, derdorên ku Erdogan xwe spartiyê êrîşî hêzên çep dikirin.

Êrişî wan hêzên çep dikirin ku leşkerên Emerîkî avêtibûn nava deryayê. Niha desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rastî jî meseleya Fîlîstînê bi kar tîne. Ez ji bo derdorên Îslamî yên ji derveyî wê, nabêjim. Lê belê Erdogan û MHP têkoşîna gelê Fîlîstînê bi kar tîne. Ji bo nixumandina qirkirina Kurdan, ji bo qirkirina Kurdan hîn hêsantir pêk bîne hewl dide têkoşîna Fîlîstînê bikar bîne. Bi vî rengî wê êrîş û polîtîkaya qirkirina Kurd bê nixumandin.

Çima? Xwedî li Fîlîstînê derdikeve! Tiştekî wiha nîne. Tîcaret jî di demeke kurt de nehêla. Piştî 7-8 mehan, hêla. Dema ku wekîlek ji Saadet Partiyê ev yek di meclîsê de ji wan re got, AKP’iyan êrîş birin ser, zilam ket û ji ber dil mir. Hîna jî ticaret neberdane

Ji vî alî ve, Mahmut Abbas divê nebûba amûra desthilatdariyeke faşîst a mîna AKP-MHP’ê. Berê bang kiriye, lê neçûye. Helwestek rast nîşan daye. Qaşo bersiva axaftina Netanyahu ya li DYE’yê ye. Wiha nabe. Nabe ku Fîlîstînî bibin parçeyê desthilatdariyeke ku qirkirina Kurd pêk tîne. Nikarin wê rewa û normalîze bikin. Li vir em dixwazin vê careke din destnîşan bikin.

Tirkiye di tevahiya dîrokê de, welatê ku têkîliya wî bi Îsraîlê re herî baş e. Li Rojhilata Navîn jî destpêkê Tirkiyeyê ew nas kir. Tirkiye timî bi Îsraîlê re di nava têkîliyê baş de bû.

Di rastiyê de beriya bûyera 7’ê Cotmehê jî dixwestin pêş bixin. Çima? Digotin, eger em bi Îsraîlê re têkîliyan pêş bixin, têkildarî qirkirina Kurd wê piştgiriya Ewropa û DYE’yê jî werbigirin. Ji bo di qirkirina Kurd de piştgiriya DYE û Ewropayê werbigirin, timî bi Îsraîlê re di nava têkîliyên baş de bûn.

Niha tenê ji bo desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle, ji ber ku pir tengav bûye. Saadet Partiyê ew tengav kir, Yenî Refah ew tengav kir, hêzên demokrasiyê ew tengav kir. Neçar ma; ticareta bi Îsraîlê re qut kir.

Dest bi dijayetiya Îsraîlê kir. Ji bo desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle. Ji vî alî ve gelê Fîlîstînê, hêzên siyasî yên Fîlîstînê divê nebin amûra dewleteke qirker. Dikarin bang li gelê Tirkiyeyê bikin. Dikarin bi gelê Tirkiyeyê, bi hêzên siyasî yên li Tirkiyeyê re bikevin nava têkîliyan. Lê belê divê nebin perdeya vê polîtîkaya desthilatdariyekê. Têkildarî vê yekê ez bang li Fîlîstîniyan dikim ku bi rastî jî bi hestiyar tevbigerin.

Li Tirkiyeyê her tişt bi siyaseta desthilatdariyê şikil digire. Spor jî yek ji van qadan e. Olîmpiyatên Parîsê ya 2024’an pêk hat, temam bû. Tirkiye bi zêdeyî sedan sporvanan beşdar bû, lê belê yek madalya jî wernegirt û vegeriya. Li ser sedemên vê rewşê, nîqaşên cidî hatin kirin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Di rastiyê de ev rewş, encameke ku nîşan dide desthilatdariya AKP-MHP’ê çiye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê her tişt rizandiye. Exlaq, wijdan, çand û huner rizandiye. Spor jî rizandiye. Spor êdî ji sporê derketiye. Ji pêşbirkê derketiye. Her welêt dixwaze bikeve pêşbirkê, dixwaze sporvanên welatê wî/ê bi ser bikeve. Ev xwezayî ye yanî.

Lê belê desthilatdariya AKP-MHP ev yek jî veguherandiye şerekî. Her sporvan wê şerekî bi ser bixîne. Eger ew bi ser bikevin Tirkiye wê şerekî bi ser bixîne. Eger ew bi ser bikevin Tirkiye wê di şerê li dijî Kurdan de, serketinekê bi dest bixe. Hemû tişt; siyaset, huner, her tiştê wê ji şerê taybet re xizmetê dike. Spor veguherandiye parçeyê şerê taybet. Jixwe futbol veguherandiye. Di futbolê de edaletek nîne. Futbol jî şerekî taybet e. Ew jî encama şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd tê meşandin, encama polîtîkaya ku ji ber şerê taybet piştî salên 1990’an hatiye pêkanîn e. Em vê baş dizanin.

Niha bi rastî jî mirov ji bo wan sporvanan xemgîn dibe. Ewqasê ked didin, dixebitin, di nava stresê de ne. Dema winda bikin wê bibin xayîn, îla divê bi ser bikevin. Mane şer e? Eger te winda kir, tu têkçûneke mezin dijî. Ne rehet in. Yanî wan dixirikînin şerekî, ne pêşbirkê.

Lewma winda dikin. Bi tendurist nafikirin. Di nava tirsê de dijîn û winda dikin. Bi taybetî di dema desthilatdariya AKP’ê de, bi taybetî jî di nava 20 salên dawî de wiha ye. Di vê hola zextê de, spor anîne rewşa şer, veguherandine şerê taybet, kirine parçeya şerê li dijî gelê Kurd. Miletê Vatan Sakarya. Erê, bila bi ser bikevin. Bila gelê Tirk jî kêfxweş bibe, her kes kêfxweş bibe. Lê belê nabe ku spor veguhere vê rewşê. Ev hikûmet ji vê yekê berpirsyar e.

Wezîrê sporê radibe, federasyonê sûcdar dike. Li vî bêşermî binêre. Jixwe ewane hemû zilamên te ne. Jixwe AKP êdî karkeran jî ji kesek din wernagire. Dema memûr digire jî, yê girêdayî xwe digire. Federasyon girêdayî te ne. Wan sûcdar dike. Tu tucdarî, yê spor aniye vê rewşê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Wezîrên wê ne. Tişta ku wan li ser vê sporê ava kirî, şovenîzm e. Ew sporvan ked didin, lê keda wan tê xerckirin.

Sporvan têkildarî jiyana xwe baldar e, emrê xwe û her tiştê xwe dide lê belê wiha tê karanîn; ji bo xirabiyê tê karanîn. Ji hemûyan tê xwestin ku şer bi ser bixînin.

Li dijî cîhanê şer. Tu ev qas bar li ser wan ciwanan bar bikî, bi wê psîkolojiyê nikarin bronz jî wergirin. Lewma ne federasyon, ew wezîrê sporê berpirsyar e. Ev hikûmet berpirsyar e. Ji vî alî ve li Tirkiyeyê divê mirov bi polîtîkaya sporê ya vê desthilatdariyê dakeve, divê ev polîtîka were rexnekirin. Divê yek ji bûyîna amûra şerê taybet derkeve.