Li gundewarên Humsê pirsgirêkên xizmetguzariyê

Li bajarê Til Kelexê yê girêdayî Humsê pirsgirêkên binesazî, rê, kanalîzasyon û paqijiyê hene. Şêniyan daxwaza çareseriyê kirin.

Li gundewarên Humsê pirsgirêkên xizmetguzariyê
Li gundewarên Humsê pirsgirêkên xizmetguzariyê
Li gundewarên Humsê pirsgirêkên xizmetguzariyê
29 tîrmeh, 2026   03:45
HUMIS

Bajarê Til Kelexê mezintirîn herêma îdarî li rojavayê bajarê Humsê ye. Bajêr ku li ser rêya navneteweyî (Hums-Tertûsê) ye dikeve bi deşta xwe ya Bîqayê di aliyê aborî û çandiniyê de xwedî girîngiyeke stratejîk e. Hejmara şêniyên herêmê di navbera 80-100 hezar kesî de ye û di şer de jî koçberî û guhertinên demokgrafîk çêbû.

Tevî girîngiya bajêr jî, lê bi pirsgirêkên binesazî, kanalîzasyon û paqijiyê re rû bi rû ye. Şêniyan xwest ku pirsgirêk werin çareserkirin û rewşa xizmetguzariyê were başkirin.

Şêniyê bi navê Ebû Ehmed got: "Em her roj li derdora kortên li kolanê dizîvirin û zivistanê jî li hinek rêyan golên avê çêdibin. Çûn û hatin û bi taybet li hinek kolanan gelekî zehmet bûye."

Dayîka Ehmed jî diyar kir ku li kolanan gelek çop heye û konteynir kêm in,  hinek xelk çopa xwe diavêjin derdora konteyniran û bi taybet di havînê de bêhna çopê belav dibe.

Ciwanê bi navê Mihemed der barê pirsgirêkên li bajar de destnîşhan kir ku pirsgirêkên kanalîzasyonê didomin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Hejmara xelkê û lêkirina avahiyan zêde bûne, ji ber vê yekê şebekeyên kanalîzasyonê têrê nakin."

Şêniyan bi insiyatîfa xwe lampe danîn hinek kolanan, lê daxwaz kirin ku hemû kolanên bajêr werin ronîkirin.

Çavkaniyek ji meclisa bajarê Til Kelexê anî ziman ku li bajar û 12 gundên wê pirsgirêkên kanalîzasyonê û xirabbûna rêyan hene. Divê şebekeyên kanalîzasyonê were firehkirin. Her wiha da zanîn ku hejmara karker û ajokeran kêm e û pêdivî pê heye ku hejmara konteyniran zêde bikin û li hemû kolanên bajêr werin danîn.

Têkildarî projeyên pêk hatine jî heman çavkaniyê got, hinek şebekeyên kanalîzasyonê yên bajêr û gundê Halat hatine guhertin. Bi hevkariya Gerînendeya Xizmetên Teknîkî xebatên paqijkirinê hatin bicihanîn û sergoyê bê ser û ber ê li rojavayê bajêr hat rakirin.

Şêniyan ku ev xebat wekî destpêka çareserkirina pirsgirêkan destnîşan kirin û diyar kir ku divê ev xebat bi rêya planeke berfireh were tamamkirin ku bi sererastkirina rêyan, nûkirina xetên şebekeyên kanalîzasyonê, xurtkirina paqijiyê û ronîkirina hemû kolanan bigire nav xwe.

 (np)

ANHA