‘Pêdiviya gelê Kurd bi yekitiyê û avakirina lêvegera siyasî heye’

Endamê Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriye Mihemed Zîdo got doza Kurdan li ser asta navneteweyî hatiye naskirin û heke yekitiya Kurdan û lêvegereke siyasî çênebe, dê doza kurdî bikeve xetereyê.

‘Pêdiviya gelê Kurd bi yekitiyê û avakirina lêvegera siyasî heye’
17 nîsan, 2026   03:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo deskeftiyên şoreşê werin parastin û Kurd bikarin di guhertinên herêmî û navneteweyî de bigihêjin mafên xwe, gelê Kurd yekitiya neteweyî wek çareserî dibîne.

Endamê Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriye (T.N.K.S) Mihemed Zîdo li ser girîngiya yekitiya Kurdan ji ajansa me re axivî.

Mihemed Zîdo di destpêka axaftina xwe de got dema ku şer di navbera hêzên navneteweyî û herêmî de heye, yektiya Kurdan şert e û wiha domand: "Di êrişên li ser herêmên Rojava diyar bû ku ew dixwazin dawî li hebûna gelê Kurd bînin. Ji ber vê yekê yekitî û yekhelwesta gelê Kurd girîng e. Di vê pêvajoyê de hevsengiyên cîhanê têne guhertin.”

Mihemed Zîdo helwesta gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê li hemberî êrişên li ser Rojava bi bîr xist û got: “Xwepêşandanên gelê Kurd û hatina wan a Rojavayê Kurdistanê peyameke zelal da û êriş sekinandin. Gelê Kurd li hemberî êrişan bû xwedî yek helwestî. Hevpeymanên li Frensa çêbûn pîlansaziyeke li hemberî gelê Kurd bû. Ji bo berjewendiyên dewletên navneteweyî û herêmî xwestin doza gelê Kurd lewaz bikin û li ser hesabê wan hevsengî çêbikin. Di wê pêvajoyê de yek helwestiya gelê Kurd li hemberî êriş û pîlansaziyan peyamekî xurt da hêzên navneteweî û herêmî. Gelê Kurd diyar kir ku kîjan hêz êrişî gelê Kurd bike, ewê bersiv bidin û hemû pîlansazî û projeyên li dijî wan, têk bibin."

Zîdo destnîşan kir ku eger gelê Kurd li gorî guhertinên li Rojhilata Navîn çêdibin, tevnegerê dê ev yek neyînî bandor li ser doza kurdî bike û yekitiya Kurdî di vê pêvajoyê de şert e.

Nakokiyên partiyên siyasî yên Kurd dê çawa bandor li ser doza kurdî bike? Zîdo wiha bersiv da vê pirsê: "Nakokiyên hêz û partiyên siyasî yên Kurd hîna li pêşiya yekitiya gelê Kurd dibin asteng. Ez bang dikim ku kongreya kurdistanî bi lez were lidarxisitn. Di kongreyê de weke destpêkê lêvegera nûnertiya hêzên siyasî û civakî yên Rojava were avakirin û piştre li ser asta tevahiya Kurdistanê lêveger were avakirin. Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) dikare hevdîtinên navbera partiyên siyasî bi rêxistin bike. Her wiha kesayetên serbixwe û çalakiyên civakî ji bo hêz û partiyên siyasî yên Kurd bînin gel hevdû û yekitiya Kurdî çêbibe, berpirsyartî rabikin. Eger pêdivî hebe gelê Kurd dikare rabe xwepêşandanan û zextê li ser partiyên siyasî yên Kurd bike ku yekitiya neteweyî çêbe.”

Mihemed Zîdo got ew jî wek partî ji yekitiya Kurdan re amade ne û wiha got: “Em wek partî ji bo yekitiya Kurdan ji hemû pîlansaziyan re amade ne. Di vê pêvajoyê de hedefê me yê sereke yekitiya Kurdî ye. Eger parçebûn navbera partiyên siyasî yên Kurd berdewam bike û lêveger neyê avakirin, dê neyînî bandorê li ser doza kurdî bike. Gelê Kurd ji bo doza wan li ser asta cîhanê were naskirin, gelek bedel dan. Yekitiya kurdî nayê wateya ku cudahiya siyasî û fikrî ya partiyan nemîne. Lê belê ji bo hebûna gelê Kurd were parastin û doza kurdî çareser bibe, yekitiya neteweyî girîng e."

Endamê Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriye (T.N.K.S) Mihemed Zîdo wiha dawî li gotinên xwe anî: “Zîhniyeta partîbuyînê û cudahiya îdeolojîk a di navbera partiyan de li pêşiya yekitiya Kurdan dibe asteng. Di vê pêvajoyê de derfet heye ku gelê Kurd yekitiya xwe çêke û doza kurdî were çareserkirin.”

(np)

ANHA