Pedersen:Ji bo çareserkirina doza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêrakî û tawîz gerek in

Geir Pedersen destnîşan kir ku divê doza şervanên biyanî di artêşa Sûriyeyê de çareser bibe. Di heman demê de got çareseriya leşkerî dê bi awayekî neyînî bandor li axa Sûriyeyê bike.

Pedersen:Ji bo çareserkirina doza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêrakî û tawîz gerek in
24 ÇILE, 2025   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Geir Pedersen destnîşan kir ku divê doza şervanên biyanî di artêşa Sûriyeyê de çareser bibe. Di heman demê de got çareseriya leşkerî dê bi awayekî neyînî bandor li axa Sûriyeyê bike û got; "li pêşiya me gelek astengî heye. Divê hin tawîz bên dayîn."

Pedersen ragihand ku ew amade te piştgiriya "kongreya nîştimanî" bikin û destnîşan kir ku "civînên dawîn li Eqebe û Riyadê delîl e ku her kesî li ser biserxistina Sûriyeyê li hev kiriye."

Der barê doza şervanên biyanî de Pedersen ji bo rihetkirina dilê civata navneteweyî, çareserkirina doza şervanên biyanî gelek girîng e."

(şx)