Pedersen teqezî bi pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyeyê kir

Nûnerê taybet ê NY’yê yê  Sûriyeyê Geir Pederson diyar kir ku tenê bi rêya çareseriya siyasî dikare hêviya gelê Sûriyeyê geş bike.

Pedersen teqezî bi pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyeyê kir
15 adar, 2024   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanûsa nûçeyan a El Alem El Erebî daxuyaniya ku Geir Otto Pedersen bi boneya salvegera 13`an aloziya Sûriyeyê daye, parve kir.

Di daxuyaniyê de Pedersen diyar kir ku heta niha tu çareseriyek xuya nake, alozî girêktir dibe û pêwîstiya zêdetirî 16.7 milyon kesî bi alîkariyê mirovî heye, her wiha zêdetirî 5 milyon sûriyeyî li dewletên cîran penaber in û zêdetirî 7 milyon sûriyeyî di hundirê welêt de koçber in.

Pedersen destnîşan kir tenê bi çareseriya siyasî hêviya gel geş dibe û derfet heye ku gavên cidî ji aliyê aliyên aloziyê ve bêne avêtin.

Pedersen bang li aliyên aloziyê kir ku girtiyan bê şert serbest berdin û doza wan, revandiyan û windahiyan bi lez çareser bikin, ji bo ku jiyan vegere û pêbawerî bi her çareseriyeke siyasî misoger bibe.

Li gorî ajansê, Pedersen gotiye: "Şert û merc ji bo vegera penaber û koçberan, niha tune ne. Divê civata navneteweyî hewl bide çareseriya siyasî pêk were û ji bo ku baweriyê ava bike û xebatên komîteya destûrê berdewam bikin, divê tedbîran bigire da ku di dawiyê de alozî bi temamî çareser bibe."

(şx)