Fîras Qesas: Armanca dewleta Tirk têkbirina Rêveberiya Xweser e

Siyasetmedar Fîras Qesas diyar kir ku armanc ji êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û xirabkirina jiyana wê ya civakî ye. Qesas bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan spart berjewendiyên siyasî.

Fîras Qesas: Armanca dewleta Tirk têkbirina Rêveberiya Xweser e
6 ÇILE, 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê û muxalifê sûriyeyî Fîras Qesas ji ANHA’yê re axivî. Fîras Qesas diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan têkbirina projeya demokratîk û xirabkirina jiyana civaka wê ye û got: " Serketina tecrûbeya Rêveberiya Xweser derbeyek li hemberî nirxê navnedî û îdeolojîk ê rejîma Tirk e, her wiha helwesta rejîma Tirk a li hember Ocalan lawaz dike û rêyî wî yê lawaz aşkera dike."

Qesas da zanîn ku dewleta Tirk binesaziyê dike armanc da ku di aliyê xizmetguzarî û aborî de zerarê bighîne xelekê û nehêle geşkirineke li herêmê pêk were.

’HEVPEYMANA CIVAKÎ EZMÛNEK E MÎNA WÊ LI ROJHILATA NAVÎN PÊK NEHATIYE’

Fîras Qesas bal kişand ku êrişên dewleta Tirk ên hemwextî erêkirina Peymana Civakî hatin kirin xwedî gelekî nîşaneyan e û wiha pê de çû: "Ev êriş hêrs û bêçarebûna dewleta Tirk li hemberî pêşketina ezmûnên di rêya pêkanîna civaka demokratîk de nîşan dide. Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze nameya bighîne pêkhateyên civaka Rêveberiya Xweser ku dê wan bixe rewşeke bê hêviyê. Ev armanc dê tu carî bi ser nekeve."

Qesas erêkirina Hevpeyama Civakî ji aliyê tevahî beşên civakî û siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ’Serketineke şênber û girîng û gaveke pêwîst di rêya pêkanîna armancên avakirina civakeke komînal û demokratîk de" nirxand. Qesas da zanîn ku di civakên Rojhilata Navîn de mîna vê ezmûnê pêk nehatiye.

’CIVAKA NAVNETEWEYÎ GIRÎNGIYÊ DIDE BERJEWENDÎ Û HESABAN’

Qesas bal kişand ser helwesta civaka navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk û wiha got: "Helwest nagihêje asta rêzgirtina li hemberî rêgez û qanûnên navneteweyî. Helwesta civaka navneteweyî sar e û helwesta bêxemiyê ye.  Em hemû dizanin ku hêzên navneteweyî zêdetir elaqeyê didin navendên hêz, hesab û berjewendiyan. Dema rewşek li dijî rêgezan bin, mixabin hêzên navneteweyî berjewendiyên xwe esas digirin û rêgez, an qanûn an jî pîvanên girêdayî çanda mafên mirovan û nirxên gerdûnî binpê dikin."

(bb)

ANHA