PDK’ê rê nade mamosta derbazî Hewlêrê bibin

Li Seytereya Simaqolî ya ketina Hewlêrê hêzên ser bi PDK’ê rê nedan mamosta û karmend derbazî bajarê Hewlêrê bibin.

PDK’ê rê nade mamosta derbazî Hewlêrê bibin
9 sibat, 2025   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews’ê dema mamosta û karmendan bi mebesta xwepêşandanê xwestin derbazî Hewlêrê bibin, li seytereya Simaqolî hêzên girêdayî PDK’ê astengî derxistin.

Mamosta û karmend li seytereyê rawestiyane û hewl didin derbazî nava Hewlêrê bibin.

Li aliyê din jî bi sedan mamosta û karmendên nerazî yên îdareya Raperîn li nêzî benda kontrolê ya Dêgele li benda hatina mamosta û karmendên ku wê ji Silêmanî û Germiyanê bên sekinîne. Piştî mamosta û karmendên ku wê ji Silêmanî û Germiyanê werin gihiştin hev, wê bihevre berê xwe bidin Hewlêrê.