Hejmara duyem a Kovara Gaziyan derket
Hejmara duyemîn a kovara ji pênûsa Şehîdên Zindî Ne ku jiyan, têkoşîn û xebata gaziyên şer vedibêje, derket.
Kovara ji pênûsa Şehîdên Zindî Ne ya ji aliyê Federasyona Gaziyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ve tê derxistin, kovara “Ji Pênûsa Şehîdên Zindî” gihîşt ber destê xwîneran.
Di hejmara nû ya kovara ku bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî û zimanê Erebî hatiye amadekirin de, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê şehîdan de wekî nivîsa sereke hatiye dayîn.
Avakirina Federasyona Gaziyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û xebatên wê mijarek din a kovarê ye.
Di kovarê de h er wiha nivîsa Zekî Akil a bi sernavê, “Di tevgera Kurd de gazîtî”, nivîsa Volkan Elî ya bi sernavê “Rêbaza herî qirêj a şerê taybet: Madeyên hişbir”, nivîsa Çekdar Qamişlo ya bi sernavê, “Hinek xatir xwestin bê wextin” û nivîsa Azad Efrîn a bi sernavê “Qehremanti bi gotinê nabe, bi pratîkê tê kirin” hatine dayîn.
Derbarê protezê de jî nivîsek hatiye dayîn û derbarê têkoşîna gerîlayek jin a ku 27 sal e bi lingê protez têdikoşe nivîs hatiye dayîn.
Di dawiya kovarê de jî wêneyên gaziyan hatine bicîhkirin.