Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir

Patrîkê Antakya û Tevahî Rojhilat û serokê Bilind ê Dêra Suryanî ya Ortodoks a Antakyayê Mar Ignatius Ephrem ê Duyemîn li bajarê Amûdê bi nûnerên pêkhateyan û malbatên dîlgirtiyan re civiya.

Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir
Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir
Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir
Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir
Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir
Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir
Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir
Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir
Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir
Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir
Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir
Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir
Patrîk Mar Ignatius serdana Amûdê kir
4 gulan, 2026   13:30
QAMIŞLO

Patrîkê Antakya û Tevahî Rojhilat û serokê Bilind ê Dêra Suryanî ya Ortodoks a Antakyayê Mar Ignatius Ephrem ê Duyemîn serdana xwe li Rojava didomîne.

Patrîk vê sibehê serdana Dêra Mar Îlyas a li bajarê Amûdê  kir ku di sala 1927'an de hatiye avakirin. Patrîk bi merasîmekê hunerî hat pêşwazîkirin.

Patrîk di dêrê de axaftin kir. Di axaftina xwe de spasiya pêkhateyên bajar kir ku pêşwaziya wî kirine û got, Amûdê nimuneya jiyana hevbeş û hezkirinê ye.

 Her wiha anî ziman ku bajar bi awayekî ber bi çav pêş ketiye û banga parastina jiyana hevbeş û aştiya navxweyî kir.

Patrîk di dewama axaftina xwe de girîngiya pêşîgirtina li şer û nakokiyan vegot û wiha domand "Sûriye welatî tevahî gelê wê bi mezheb, etnîk û baweriyên wê ye. Berpirsyariya parastina wê û pêşxistina erka her kesî ye."

Patrîk bal kişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyan li hemberî astengiyan û got, xelkê Amûdê her timî bi xwe pirsgirkên xwe çareser kirin û ji siberoja xwe serxweş in.

Piştî dêrê, patrîk Mar Ignatius Ephrem ê Duyemîn bi rûspî û nûnerên pêkhateyên herêmê re civiya û li derd û hêviyên wan guhdarî kir.

Patrîk her wiha bi hejmarek malbatên şervanên QSD'ê yên ji aliyê hikumeta demkî ve hatine dîlgirtin hevdîtin kir. Patrîk anî ziman ku ew ê hewl bide dengê malbatên dîlgirtiyan ragihandine û ji bo serbestberdana wan bibe alîkar û got: "Şehîdên ji tevahî pêkhateyan şehîdên welat in û dîlgirtî xwişk û birayên me ne."

Piştî Amûdê patrîk dê îro serdana bajarê Dirbêsiyê jî bike.

(bb)

ANHA