Partiyên siyasî: Bila PDK bi lîstikên dijmin nexape

Endamên partiyên siyasî diyar kir ku çi dibe bila bibe divê ew welatê xwe biparêzin û rê li ber destwerdanên dewleta Tirk a dagirker bigirin û got “Bila PDK bi lîstikên dijmin nexape, her tişt berjewendiyên partiyekê nîn e.”

Partiyên siyasî: Bila PDK bi lîstikên dijmin nexape
26 ÇILE, 2024   05:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî kiryarên çekdarên PDK`ê yên li hemberî gerîlayên HPG û YJA Starê û birîndarkirina 2 gerîlayan li Başûrê Kurdistanê, endamên partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê ji ANHA`yê re axivîn.

Endamê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ebas Mistefa diyar kir ku ew li dijî birakujiyê ne û wiha dom kir: “Divê li ser maseyekê dan û standin bên kirin, heke nakokî hebin bi dan û standinê çareser dibin.”

Ebas Mustefa da zanîn ku ew ji aliyên siyasî dixwazin ku pêdiviyên dijminan bi wan pêk neynin, dijminê Kurdan dixwazin Kurd hev bikujin û wiha got: “Pêşmerge, gerîla, YPG, hemû ji xwîna me ne, xwîna Kurdan li cem me xwîneke biha ye. Divê em welatê xwe biparêzin.”

Ebas Mustefa bal kişand ser rola dewleta Tirk a dagirker di derxistina tevliheviyan de û wiha got: “Bi hincetên cuda destwerdana kar û barê me dike, welatê me wêran dike û me perîşan dike. Karê dijmin ew e ku planên rêgirtina li ber dan û standinê pêk bîne.”

‘DIVÊ PDK JI RÊYÊ VEGERE’

Serokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed destnîşan kir ku piştî artêşa dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk çû, hewl dide bi planên dîtir li dijî gerîlayan derkeve û wiha pê de çû: “Dorpêçkirina gerîlayan jî yek ji wan planan e. Banga me ji bo PDK`ê jî ew e ku nekeve nava lîstokên dijmin û hişyar be. Hemû tişt ne berjewendiyên partiyê ne, mesele kurdayetî ye, em di rewşeke hestiyar de ne.”

‘DIVÊ BI RIHEKÎ NETEWEYÎ TIFAQEKE KURDÎ ÇÊBE’

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno jî diyar kir ku şerê Kurdan cihê dilxweşiya dijminên Kurdan e û dijmin her xwestiye Kurdan bi Kurdan bide şerkirin û wiha dewam kir: “Bi vî awayî dihêle Kurd şerê hebûna xwe bikin, bila baş bê zanîn dijmin tu carî nabe dost.”

Kovan Keno got: “Banga me ji hemû hêzên Kurd û kurdistanî re ew e ku bi rihekî neteweyî tifaqek bê çêkirin.”

ANHA