Partiyên Rojhilat: Bi greva giştî re peyamek xurt hate dayîn

Partiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê ji ber tevlîbûna xurt a li greva giştî spasiya gel kirin.

Partiyên Rojhilat: Bi greva giştî re peyamek xurt hate dayîn
9 ÇILE, 2026   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li bajarên Sine, Îlam, Dîwander, Merîwan, Bokan, Ruwanser, Kirmaşan, Mehabad, Bane, Kamyaran û Loristanê welatî ji bo nerazîbûna li dijî hêzên rejîma Îranê û piştgiriya serhildana gelên Îranê greva giştî ragihandin. Bazar û cihên giştî girtî man.

7 partiyên Kurd ku mohra xwe danîn binê belgeya helwestê ya hevpar a têkildarî protestoyên li Îranê, ji ber tevlîbûna xurt a li banga greva giştî spasiya gel kirin.

Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin ku gel bersiveke xurt da banga greva giştî û hate gotin, “Bi grevan û xwepêşandanên şermezarkirinê yên dewam dikin re peyameke xurt a siyasî ji hêzên zordar û rejîma desthilatdar re hate dayin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” dewam dike û reh berdaye nava kûrahiya civakê.

Partiyên siyasî yên Rojhilat diyar kirin ku gelê Kurdistanê li gel polîtîkayên tepisandin, gef û zextê biryardariya xwe dewam dike û gel û partiyên siyasî di nava yekîtî û piştevaniyê de têkoşîna azadiyê derbasî qonaxeke nû kirine.