Partiya Yekitiya Ermen êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

Partiya Yekitiya Ermenî bi daxuyaniyekê êrişên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin.

Partiya Yekitiya Ermen êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
27 kanûn, 2025   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Ermenî der barê êrişên komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku armanca êrişan derxistina fitne, kîndarî û nefretê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de ye. Her wiha hate gotin, êriş di çarçoveya pabendînebûna bi peymana 10’ê Adarê de tê kirin, di heman demê demê de domandina paşguhkirina rola pêkhateyên welatparêz ên nîştimanî ye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em êrişên li dijî sivîlan û hewldanên têkbirina aştiya navxweyî bi tundî red dikin. Em dibînin ku ev siyaset xizmetî projeyên parçebûn û bêistiqrariyê dikin. Em bang dikin ku divê tavilê ev binpêkirin werin rawestandin û rêz li peymanên di navbera hêzên nîştimanî de hatine îmzekirin, bê girtin."

Partiyê banga xebateke cidî ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî, pêşxistina rola hemû hêzên nîştimanî di sazkirina siberoja welat a bêyî dûrxistin û paşguhkirin, kir.

Partiya Yekitiya Ermenî di dawiya daxuyaniyê de ev peyam da: "Yekbûna gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê mîsogeriya yekane ya têkoşîna li dijî arîşeyan e. Her hewldaneke derxistina fitneyan wê li hemberî îradeya jiyana hevbeş û girêdana bi rêgezên mirovî dê bi ser nekeve."

(b)