Di rojnameyên erebî de peymana 10’ê Adarê û naskirina Somalîlandê ji aliyê Îsraîlê ve

Li gorî rojnameyên erebî, xweşbîniya QSD’ê bi peymana 10’ê Adarê û gefên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rû bi rû tên. Îsraîlê tevî nakokiyên wê yên bi Washingtonê re Somalîland nas kir.

Di rojnameyên erebî de peymana 10’ê Adarê û naskirina Somalîlandê ji aliyê Îsraîlê ve
27 kanûn, 2025   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD û hikumeta veguhêz de, naskirina Somalîlandê ji aliyê Îsraîlê ve, her wiha rewşa Xezayê manşetên îro yên rojnameyên erebî ne.

‘DI NAVBERA GEŞBÎNIYA QSD’Ê Û BÊHÊVÎBÛNA ŞAMÊ DE MUHLETA BICIHANÎNA PEYMANA 10’Ê ADARÊ DIQEDE’

Rojnameya El Ereb ku cih da peymana 10’ê Adarê, diyar kir ku fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin di van rojan de der barê peymana 10’ê Adarê de lihevkirinek bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re çêbe, lê ev atmosfer li Şamê nayê nîşandan.

Rojnameyê diyar kir ku "di nava geşbîniya QSD’ê û bêhêvîbûna Şamê de, muhleta peymanê ku divê beriya dawiya vê salê bi cih were, nêzîk dibe. Qonaxa bê dikare derî li senaryoyên dramatîk veke ku dibe ku Sûriye di sala nû de şahidiya wê bike."

Rojnameyê sedema vê yekê spart destwerdana Tirkiyeyê û hewldanên wê û diyar kir ku destwerdanên herêmî nahêle peyman pêk were.

‘HEDEFKIRINA MIZGEFTA ELEWIYAN HEWLDANEKE NÛ JI BO XIRABKIRINA SÛRIYEYÊ YE’

Heman rojnameyê bal kişand ser êrişa bombeyî ya li dijî mizgefta Elewiyan a li Humsê û diyar kir ku tevî ku hikumeta veguhêz gelek caran soza parastina hindikahiyan daye, lê ev êriş zehmetiyên li pêşiya hikumetê ya rawestandina êrişên li ser hindikahiyan nîşan dide.

Hate gotin, li gorî çavdêr û çalakvanan “êrişên dubare yên li dijî hindikahiyan di rastiyê de êrişên li ser tevahiya dewleta Sûriyeyê ne ku ji hêla kes û komên ji bo welêt îstîqrarê naxwazin ve tên kirin.”

’BANDORÊN NASKIRINA SOMALÎLANDÊ JI HÊLA NETANYAHU VE LI SER PEVÇÛNA DI NAVBERA ÎSRAÎL Û HÛSIYAN DE ÇI NE?’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî naskirina Somalîlandê ji aliyê Îsraîlê ve û bandora vê yekê li ser şerê Îsraîl û Hûsiyan wiha nivîsî: “Şîrovekarên ku ji Şerq El Ewsat re axivîn, ev naskirin wek peyameke rasterast a zext û çembereke dîplomatîk li dora Hûsiyan nirxand. Di heman demê de wekî hewldaneke ji bo ji nû ve xêzkirina nexşeya bandorê li nêzîkî yek ji rêyên deryayî yên herî hesas ên cîhanê pênase kirin. Di der barê encamên wê de cudahiyek di nêrînan de derket. Hin kes hişyariyê li ser encamên wê yên ewlehî û leşkerî dide.”

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî li ser rewşa Xezayê wiha nivîsand: "Di demekê de ku bendewarî ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn a peymana agirbestê zêde dibe, Desteya Weşanê ya Îsraîlê ragihand ku nakokî di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê de li ser rêza pêngavên di vê qonaxê de hene. Li gorî desteyê nakokî bi taybetî li ser çawaniya destpêkirina qonaxê, destpêkê ji nû ve avakirin an jî çekan e. Çavkaniyan îsraîlî ji desteyê re got, rêveberiya DYA’yê hewl dide di nava 2 hefteyan de derbasî qonaxa duyemîn a plana serok Donald Trump bibe, ji bo bidawîkirina şer zextê dike ku ji nû ve avakirina Xezayê bi çekdanîna wê re paralel bidome. Di heman demê de Îsraîl israr dike ku Hemasê hilweşîne û Xezayê berî ku gavek têkildarî ji nû ve avakirinê were avêtin, bê çek bike."

(b)