Partiya Kesk a Demokratîk dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir

Partiya Kesk a Demokratîk dagirkirina xaka Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li NY û Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî Terorê kir ku dagirkeriyê bi dawî bikin û welatiyan vegerînin ser mal û milkên wan.

Partiya Kesk a Demokratîk dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir
9 cotmeh, 2024   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Kesk a Demokratîk di salvegera 5'emîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî herdu bajaran Serêkaniyê û Girê Spî ya bi çekên qedexekirî û fosforî hatin şermezarkirin. Her wiha berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hat silavkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herdu bajaran piştî dagirkirina wan, nexasim koçberkirina wan bi darê zorê û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan, hatin şermezarkirin.

Careke din dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê hat şermezarkirin û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî Terorê hat kirin ku dawî li dagirkeriyê bînin û koçberan vegerînin ser mal û milkên wan.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li welatiyan hat kirin ku bi Komîteya Koçerên Serêkaniyê re li dijî dagirkeriya Tirk, saet 4ʹê êvarê 5 deqeyan bisekinin.

(mh)