Însiyatîfa Gel a Minbicê ji bo piştgiriya Rêber Abdullah Ocalan qonaxeke nû ragihand

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a kantona Minbicê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de ew derbasî qonaxeke nû ya piştgiriyê bû.

Însiyatîfa Gel a Minbicê ji bo piştgiriya Rêber Abdullah Ocalan qonaxeke nû ragihand
Însiyatîfa Gel a Minbicê ji bo piştgiriya Rêber Abdullah Ocalan qonaxeke nû ragihand
9 cotmeh 2024   17:40
MINBIC

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a kantona Minbicê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ew di çarçoveya piştgiriya kampanyaya navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, derbasî qonaxeke nû bû.

Civîn li hola Meclisa Gelan a Demokratîk a navenda bajarê Minbicê li dar ket. Di civînê de endamên însiyatîfê ya kantonê û nûçegihanên dezgehên ragihandinê yên kantonê beşdar bûn.

Kampanyaya navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" di 10'ê Cotmeha 2023'yan de dest pê kir û qonaxa wê ya yekemîn di 1'ê Adara 2024'an de bi dawî bû û derbasî qonaxa duyemîn bû. Di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakî, semîner, panel, meş û hemleyên komkirina îmzeyan hatin lidarxistin.

Çaverê ye ku di qonaxa nû de însiyatîfa Minbicê çalakiyên cûrbecûr bi awayekî berfirehtir li dar bixe.

(mh)

ANHA