Li Tebqa li dijî komploya 9ʹê Cotmehê çalakiya konvedanê

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê li dar xist.

9 cotmeh, 2024   17:07
TEBQA

Hemwextî derbasbûna 26 salan di ser destpêkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan re Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi koordînaya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê re li dijî komploya navneteweyî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke konvedanê li dar xist.

Li bin konê ku li qada Yekitiya Werzîşê ya Reqayê hatiye vedan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankarta ʹEm ê azadiya Rêber Apo misoger bikinʹ hatin daliqandin.

Bi dehan xelk, endamên Gaziyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Dayikên Aştiyê, Meclisa Rûspiyan, Hêzên Erka Xweparastinê, Partiya Yekitiya Demokratîk û Partiya Sûriya Pêşerojê berê xwe dan kon.

Li wir endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqa Fatin El Nasir axivî û got: "Doza Rêbertî doza gelên Rojhilata Navîn e. Ew doz bi fikir û felsefeya Rêberê neteweya demokratîk ve girêdayî ye."

Fatin wiha domand: "Bi qasî em bi şehîdên xwe serbilind in, ew qas em bi dayik, hevjîn û malbatên şehîdên xwe jî serbilind in. Em soza dewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî didin."

Beşdaran jî diyar kir ku di ser destpêka hûnandina komploya mezin a li dijî rêberê mirovahiyê û gelên azad Rêber Abdullah Ocalan 26 sal derbas dibin, tevahî hêzên kapîtalîst û faşîst ji bo li şerkirina projeya azadiyê li hev kom bûn.

Dûre sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî hat pêşkêşkirin.

Çalakiya konvedanê heta sibe nîvro dewam dike û dê bi daxuyaniya ji hêla Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ve bi dawî bibe.

(fr)

ANHA