Partiya Hevbendiya Neteweyî ya Demokratîk daxwaza pêkanîna peymana 10ˊê Adarê kir

Partiya Hevbendiya Neteweyî ya Demokratîk a Sûrî diyar kir ku peymana 10ˊê Adarê rêya çareserkirina pirsgirêkan e. partiyê deswerdanên derve li kar û barên Sûriyeyê red kir û bang li Sûriyeyiyan kir ku dewlete ewle ji nifşên bê re ava bikin.

Partiya Hevbendiya Neteweyî ya Demokratîk daxwaza pêkanîna peymana 10ˊê Adarê kir
23 kanûn, 2025   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Hevbendiya Neteweyî ya Demokratîk a Sûrî bi daxuyaniyekê fikarên xwe li ser bûyerên xemgînî yên li bajarê Helebê qewimîne, bi taybetî jî pevçûnên ku duh li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a her du taxan û komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, anî ziman.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyên ku jiyana xwe ji dest dane hat xwestin, ji birîndaran re şifaya lezgîn hat xwestin û hat destnîşankirin ku divê nakokiyên siyasî û ne-siyasî bi danûstandinên aştiyane werin çareserkirin.

Partiyê di daxuyaniyê de hemû destwerdanên derve li kar û barên Sûriyeyê red kirin û da zanîn ku Sûriyeyî dikarin pirsgirêkan bi xwe çareser bikin.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku bi ruhekî berpirsiyar û nerm peymana 10ˊê Adarê were bicihkirin, ji ber ku nexşerêya realîst a çareserkirina pirsgirêkan û kêmkirina rageşiyê ye.

Partiyê diyar kir ku ew bi rêya kadroyên xwe yên siyasî û civakî amade ne ku li gorî peymana 10ˊê Adarê û peymanên girêdayî wê, rola lihevanînê bilîzin ku rageşiya li Helebê bi dawî bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêwîst e tevahî Sûriyeyî hewlên xwe yên avakirina dewleteke ewle ji bo jiyana birûmet nifşên bê bikin.

(ac/fr)

ANAH