Merwan El Elî: Entegrasyon bi awayekî baş bi rê ve diçe

Civîna parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye tayînkirin, bi dawî bû.

 Merwan El Elî: Entegrasyon bi awayekî baş bi rê ve diçe
7 sibat, 2026   16:01
HESEKÊ

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatiye tayînkirin Merwan El Elî serdana parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed kir.

Civîn li qesra parêzgehê di navbera her du aliyan de ji çapemeniyê re girtî çêbû û di civînê de fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl Elî jî amade bû.

Piştî ku civîn bi dawî bû, Merwan El Elî ji çapemeniyê re axivî û got civîn erênî bû û entengrasyon baş bi rê ve diçe.

El Elî bersiv da pirsên rojnamevanan û destnîşan kir ku her sê bendên lihevkirina 29`ê Çileyê pêk hatine.

El Elî her wiha got: "Me li ser gelek mijaran li hev kiriye, bi taybet pêkanîna bendên lihevkirinê. Balafirgeha Qamişloyê û çavkaniyên Rimêlanê yên enerjiyê dewr girtine."

Her wiha El Elî got: "Nûredîn Îsa Ehmed bi fermî bûye parêzgarê Hesekê û me serdana wî kiriye û rojên pêş dê ji bo herêmê baştir be."

El Elî Ji bo Kobanê jî got: “Rewşa Kobanê bi rewşa giştî ya herêmê ve girêdayî ye. Wê rewşa Kobanê asayî bibe û mijara koçberan sereke ye û li ser vê dosyayê dixebitin. Em bi hêvî ne ku alozî sivik bibe û hinek mijarên teknîk hene, bi mijara koçberan ve girêdayî ne, dê her du alî li ser bixebitin."

ANHA