Saetê hevdîtinê ya DEM Partî û Wezîrê Edaletê diyar bû

Heyeta DEM Partiyê wê sibê saet 10.30’an bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.

Saetê hevdîtinê ya DEM Partî û Wezîrê Edaletê diyar bû
23 nîsan, 2025   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç têkildarî hevdîtina xwe ya bi Serokwekîlên Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Cîgirê Hevserokatiya Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan daxuyanî da. Tunç ragihand ku hevdîtin saet 10.30’an wê li Wezareta Edaletê pêk were.

Tê payîn ku di hevdîtinê de gelek mijarên di rojevê de were nîqaşkirin.