Parêzeran ji çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
26 kanûn, 2024   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Emran Emekçî û Sûzan Akîpa ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da û di heman demê de xwest, girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin.

Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina 23'yê Cotmehê de diyar kiribû ku tecrîd dewam dike.