parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevditina Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir
26 kanûn, 2023   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN 

parêzerên Rêber Abdullah Ocelan Raziye Ozturk, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina ji bo hevditinê  serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. parêzeran girtiyên din yên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 18’ê tebaxa 2021’ê de ji bo 3 mehan, di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo 3 mehan, di 31’ê gulana 2022’yan de ji bo sê mehan û di 9’ê îlona 2022’yan de jî ji bo 3 mehan cezayên disiplînê hatine birîn.

Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kiribû û dadgeriyê di 19’ê tîrmeha 2023’yan de bersiv da. Dadgerî bêyî ku dîroka wê diyar bike,

Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji bo hevdîtina bi malbatan re serlêdan kir. Dadgeriyê di 13’ê cotmehê de bersiva serlêdanê da û diyar kir ku li Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hatiye birîn.