Parêzeran ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê da

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re careke din serî li dozgeriyê da.

Parêzeran ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê da
12 kanûn, 2023   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê têne girtin jî serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê da.

Serlêdanên malbatê û parêzeran bi îdîaya "cezayên dîsîplînê" têne astengkirin.