Civîna têkildarî Hevpeymana Civakî didome

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê merc û çawaniya sazkirina Hevpeymana Civakî û çawaniya hilbijartina komîteya sazkirina hevpeymanê şîrove kirin.

Civîna têkildarî Hevpeymana Civakî didome
12 kanûn, 2023   14:13
REQA

Civîna 91′an a Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a dengdayîna li ser Hevpeymana Civakî dewam dike.

Civîn bi xwendina daxuyaniya têkildarî çawaniya sazkirina Hevpeymana Civakî û mekanîzmeya dengdanê dest pê kir. Daxuyanî ji aliyê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Yasir El Silêman ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo berjewendiyên giştî li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji ku xebat bi rêk û pêk bi rêve biçe, her wiha ji bo garantiya mafên gelê Sûriyeyê yên li van herêman, dîsa jî ji bo pêkanîna biryarên kongreyên gelên Cizîrê û Firatê ku li bajarê Hesekê hatibû lidarxistin, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe ya asayî ya 32′yan de ku di 13′ê Kanûna 2020′î de li dar xistibû, biryar dabû ku hevserokatiya meclisê ji bo dayîna biryara guhertin û ji nû ve sazkirina heypeymana bingehîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû erkdarkirin.

Di 14′ê Kanûna 2020′î de Meclisa Giştî biryara bi hejmara 6′an da. Di vê derbarê de li ser avakirina komîteya guhertin û ji nû ve sazkirina hevpeymana bingehîn a Rêveberiya Xweser lihevkirin çêbû, da ku ev hevpeyman bikeve xizmeta berjewndiyên giştî û mafên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze. Di civîna 34′an a Meclisa Giştî de ku 10′ê Hezîrana 2021′ê pêk hatibû, navên endamên komîteya sazkirina Hevpeymana Civakî û guhertinên ku di mîsaqa bingehîn de hatine kirin, hatin xwendin. Piştre hevpeyman ket dengdanê û ji aliyê endamên Meclisa Giştî ve hat erêkirin.

Piştre jî komîteya berfireh civînek li dar xist.  Komîte ji 158′endaman pêk tê. Endamên komîteyê ji her du zayendan, ji tevahî beşên civakî, partiyên siyasî, teknokrat, jin, ciwan, pêkhate û etnîk pêk tê. Di civînê de ji bo jinûve sazkirina reşnivîsa Hevpeymana Civakî lihevkirin çêbû ku komîteyeke biçûk ji 30 kes ku rêjeya herdî zayendan wekî hev bin were avakirin. Komîteya biçûk di nava derdora 6 mehan de li ser amadekirina reşnivîsa Hevpeyama Civakî xebitî.

Komîteya biçûk encamên xebata xwe pêşkêşî komîteya berfireh kirin da ku nîqaş li ser wê were bikin, ev yek pêk hat. Lê ji ber êrişên terorî yên li ser girtîgeha Sînaa û Xiwêran, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê xebatên komîteyê sist bûn. Li ser vê yekê hevpeyman di dema guncaw de nehat derxistin, lê komîteyê xebatên domandin.

Bi temambûna amadekirina reşnivîsê re, endamên komîteya berfireh li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser rêzecivîn û hevîtin li dar xistin. Armanca civînan ew bû ku reşnivîsa Hevpeymana Civakî bi berfirehî bi gel re werin nîqaşkirin, pêşniyarên ferd û pêkhateyên gel werin guhdarkirin, piştre jî ev pêşniyar pêşkêşî komîteya sazkirina hevpeymanê were kirin da ku pêşniyar di cih de werin girtin û xebatên sazkirina hevpeymanê dewlemend bikin.

Li ser vê yekê di navbera 4′ê Kanûnê û 7′ê Kanûna 2023′yan de, di nava 4 rojan de civîn li avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Reqayê pêk hatin. Civînê bi lihevkirinekê li ser sazkirina şeklê dawîn ê reşnivîsa Hevpeymana Civakî encam da. Reşnivîs pêşkêşî Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê hat kirin, da ku ji aliyê meclisa giştî, nûnerên meclisên qanûnsaz ên rêveberiyên xweser û meclisên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bikeve dengdanê û bibe hevpeymaneke civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

Civîn bi nîqaşa li ser bendên hevpeymanê dewam dike.

(bb)

ANHA