Parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kir
28 ÇILE, 2025   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bibînin serlêdan kir.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da. Her wiha daxwaza hevdîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî kir.