Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, parêzeran serlêdaneke nû kir.

Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir
13 adar, 2025   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran bi heman rengî ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kir.

Rêber Abdullah Ocalan bi salan e nikare parêzerên xwe bibîne. Serlêdanên ji bo hevdîtinê jî bi rêk û pêk bê bersiv têne hiştin û di nava 8 salên dawî de herî kêm 15 caran biryara qedexeya hevdîtinê li parêzeran hate birîn.

Ji parêzeran Ozgur Faîk Erol herî dawî di çarçoveya hevdîtina dawî ya Heyeta Îmraliyê de 27'ê Sibatê tevlî hevdîtina bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bûbû.