Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
22 nîsan, 2025   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Ozgur Faîk Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin.

Parêzer di çarçoveya mafê xwe yê hevdîtina bi muwekîlên xwe re bi salan e nikarin Rêber Abdullah Ocalan bibînin. Di hevdîtinên mehên dawî yên Heyeta Îmraliyê de hin parêzer hebin jî serlêdanên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi rêk û pêk bê bersiv têne hiştin.

Herî dawî parêzer Rezan Sarica û Newroz Ûysal Aslan 7'ê Tebaxa 2019'an serdana Îmraliyê kiribûn û hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kiribûn.