Mezlûm Ebdî: Kongreya neteweyî dê 26’ê Nîsanê li dar bikeve
Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku ku konferansa ‘Yekrêziya Helwesta Kurdî li Rojava’ dê di 26’ê Nîsanê li dar bikeve.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê X’ê roja lidarxistina konferansa neteweyî ya Kurd a li Rojava aşkera kir.
Mezlûm Ebdî wiha got: “Em bi kêfxweşî ji gelê xwe re radigihînin ku konferansa ‘Yekrêziya Helwesta Kurdî li Rojava’ dê di 26’ê Nîsanê de bê lidarxistin.”
Di dewama peyama xwe de Ebdî got: “Yekitiya kurdî pêwîstiyeke neteweyî ji bo çareserkirina doza gelê Kurd a li Sûriyeyê ye.
Em hêvîdar in ku hemû alî vê berpirsyariya xwe ya neteweyî bi cih bînin. Bi vê boneyê em spasiya hemû aliyên ku di pêkanîna vê gavê de bûn alîkar dikin û ji xebatên konferansê re serkeftinê dixwazin.”