Li Kobanê meşa li dijî êrişan

Şêniyên kantona Firatê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
Li Kobanê meşa li dijî êrişan
29 tebax, 2024   12:53
KOBANÊ

Şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xist.

Meşê ji Qada Jina Azad a li Kobanê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn, dayika Xalîde Mihemed Şerîf û kurê wê Hejar Ednan Silêman ku di teqîna duh a li taxa Enteriyê ya Qamişloyê de şehîd bûne, hatin hildan. Her wiha pankartên "Bi îradeya jinên azad em ê dawî li polîtîka qirkirin û dagirkeriyê bînin" hatin vekirin û dirûşmên “Qatil Erdogan” hatin berzkirin.

Meş li Qada Aştiyê sekinî. Li vir endama Koordînasyona Rêxistina Kongara Star a Kantona Firatê Zozan Bekir axivî û diyar kir ku ew ê bi "Jin Jiyan Azadî" tola şehîdên xwe hilînin û got: "Bi van êrişan nikarin îradeya me bişkînin. Em ê bi hêza jina dawî li zîhniyeta dagirker û qirker bînin.”

Zozan bal kişand ser hewldana Rûsyayê ya pêkanîna dewriyekeke hevbeş bi artêşa Tirk re û birîndarkirina jinekê li Çilaxa û wiha domand: "Bi destê hêzên gerantor jî êriş dike. Divê em jî rabin ser pêyan. Em ê dawî li van komkujiyan bînin.”

(bb)