Parêzer û hiqûqnasan "Danezana destûrî" nîqaş kir

Ji bo nîqaşkirina "Danezana destûrî" ji aliyê nêrîna parêzer û hiqûqnasan ve, Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê li Hesekê panelek organîze kir.

13 nîsan, 2025   23:52
HESEKÊ

Her du rêxistinên Hesekê û Serêkaniyê yên Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê ji bo nîqaşkirina  "danezana destûrî" ya desthilata Şamê, panelek li dar xist.

Panel li Parka Xwendinê ya bajarê Hesekê bi beşdariya dehan parêzer, hiqûqnas û rewşenbîrên bajêr hat organîzekirin.

Parêzer Hesen Biro panel bi rê ve bir. Biro diyar kir ku bûyer û geşedanên siyasî yên li Şamê rû didin yekrengî ne; ji "Kongreya serketinê" û erkdarkirina serokê pêvajoya veguhestinê bigire heta bi "Kongreya Diyalogê".

Der barê "Danezana destûrî" de Biro wiha got: "Piştî kongreya diyaloga niştîmanî, "Danezana destûrî" hat ragihandin. Tevahî pêkhateyên Sûriyeyê, partiyên siyasî û hêzên civakî ev danezan red kir."

Biro wiha domand: "Danezana destûrî sedema sereke bû ku hin dewlet daxwaza guhertinekê di fikra desthilta Şamê de bikin."

Parêzer Zekî Hacî jî got: "Danezana destûrî ya desthilata Şamê demkî ye û piştî her şer û aloziyan derdikeve. Dema wê ji 6 meh heta 2 salan e."

Zekî Hacî destnîşan kir ku desthilata Şamê bi rêya "Danezana destûrî" ku niyeta dike 5 sal dewam bike hewl dide siyaseta yekrengî û yek olê bide meşandin.

Parêzer Hecî destnîşan kir ku destûrdayîna ji bo Ehmed El Şeri di "Danezana destûrî" de hatine dayîne berfireh in û li ser hesabên desthilatên dadwerî û zagonê ne.

Li aliyekî din jî parêzer Îdrîs Îso got: "Em bi nêrîneke objektîf li 'Danezana destûrî' dinêrin, ne bi nêrîneke siyasî û nijadî. Ji mafên me wek Sûriyeyiyan xal û madeyên destûra Sûriyeyê rexne bikin."

Îdrîs Îso diyar kir ku diviyabû hemû pêkhateyên Sûriyeyê di kongreya diyaloga niştîmanî ya Sûriyeyê de amade bûbûna û li ser "Danezana destûrî" erê bikira.

Di dawiya panelê de beşdaran li ser bendên "Danezana Destûrî" nîqaş kirin, daxwaza guhertinê û û zêdekirina bendên li ser azadî û mafên jinên Sûriyeyî ji aliyê nêrîna qanûnî û mafên mirovan ve hatin kirin.

(mh/fr)