Panoramaya hefteyê; têkiliyên Şam û Beyrûtê, civîna Trump û Çînê

Li gorî şîrovekaran, civîna Trump a bi hevpîşeyê wî yê Çînî re ji protokolê derbas bû û ceribandineke nû ya hêzê di navbera du aboriyên herî mezin ên cîhanê de nîşan da. Hate gotin, têkiliyên Şam û  Beyrûtê ji qonaxeke wesayet û aloziyê ber bi qonaxeke li ser bingeha hevkariyê û berjewendiyên hevpar ve diçe.

Panoramaya hefteyê; têkiliyên Şam û Beyrûtê, civîna Trump û Çînê
17 gulan, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de cih da têkiliyên hikumeta demkî û Lubnanê û hevdîtina serokên DYA û Çînê.

ŞAM-BEYRÛT: JI DEMA WESAYETÊ BERBI HEVKARIYÊ VE

Der barê têkiliyên Lubnan û Sûriyeyê de rojnameya "Asas Media" serdana Serokwezîrê Lubnanî Newaf Salam bo Şamê nirxand û da zanîn ku ev nîşan dide ku têkiliyên di navbera her du welatan de ji qonaxeke wesayet û aloziyê ber bi qonaxeke li ser bingeha hevkariyê û berjewendiyên hevpar ve diçe.

Rojnameyê destnîşan kir ku hevdîtinên di navbera şandeya Lubnanê û Serokê hikumeta demkî Ehmed El Şeri de, ji bilî veguhastin, bazirganî û enerjiyê, mijarên siyasî, aborî û ewlehiyê, di nav de ewlehiya sînor, qaçaxçît û penaber, nîqaş kirin.

‘LUBNAN ÇAWA DIKARE JI EZMÛNA GOLANÊ BIREVE?’

Rojnameya El Ereb a li Londonê li ser dan û standinên Lubnan-Îsraîlê nivîsî û diyar kir ku Lubnan bi vebijêrkeke krîtîk re rû bi rû ye; yan dê erdê xwe yê başûr vegerîne an jî dê bi senaryoyeke mîna ya Girên Golanê yên dagirkirî yên Sûriyeyê re rû bi rû bimîne.

Her wiha bal kişand ser kêmbûna bandora Hizbullahê piştî pêşketinên leşkerî yên dawîn û diyar kir ku şert û mercên heyî dikarin Lubnanê neçar bikin ku li pey çareseriyeke siyasî û ewlehiyê biçe da ku di siberojê de windahiyên mezintir nede.

'CIVÎNEKE NEKEVNEŞOP A AMERÎKA-ÇÎNÊ'

Rojnameya El Xalîc li ser hevdîtina serokên DYA û Çînê de nivîsî û destnîşan kir ku serdana Trump bo Pekînê di demek dijwar de ji bo serokê Amerîkayê pêk hat, piştî ku şerê bi Îranê re rawestiya û Washington nekarî "serkeftinekê " bi dest bixe, ku ev yek pozîsyona dan û standinê ya Trump li beramber serokê Çînê qels kir.

Li gorî rojnameyê, Trump hêvî dikir ku ji pozîsyona "serketî" biçe Çînê da ku zexta Çînê li ser Tehranê zêde bike. Lêbelê, pêşketinên di şer de hişt ew li şûna ferzkirina şertên siyasî hîn bêtir hewl bide destkeftiyên aborî bidest bixe.