Di pevçûnên li gundewarên Humsê de 3 kes birîndar bûn

Di pevçûnên di navbera eşîrên Meşahde û Enêcra de li gundê Fayziya li gundewarê rojavayê Humsê de, 3 kes birîndar bûn.

Di pevçûnên li gundewarên Humsê de 3 kes birîndar bûn
16 gulan, 2026   21:12
HUMS

Nûçegihanê me li Humsê ragihand ku îro êvarê di navbera eşîrên Meşahde û Enêcra de,  li gundê Fayziya, ku girêdayî navçeya Tel El Şûr li gundewarê rojavayê Humsê ye, ji ber dijminatiya xwînê, pevçûnên çekdrî çêbûn, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Nûçegihan diyar kir ku li herêmê pevçûnên dijwar çêbûn ku demek dirêj berdewam kirin, paşê hêzên ewlehiyê mudaxele kirin û nehiştin pevçûn li deverên din belav bibe.

 Li herêmê hîna jî rewş aloz e.

(k)