Panela Roja zimanê dayikê

Di panela têkildarî zimanê dayikê de nîqaşên li ser parastina ziman û dûrketina ji pişaftinê hatin kirin.

Panela Roja zimanê dayikê
Panela Roja zimanê dayikê
Panela Roja zimanê dayikê
Panela Roja zimanê dayikê
Panela Roja zimanê dayikê
Panela Roja zimanê dayikê
Panela Roja zimanê dayikê
Panela Roja zimanê dayikê
Panela Roja zimanê dayikê
Panela Roja zimanê dayikê
Panela Roja zimanê dayikê
21 sibat, 2024   14:54
QAMIŞLO

Bi munsebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Zanîngeha Rojava û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) panelek bi xalên “Xwebişaftin” û “Siyaset û plana zimanî” orgenîze kirin.

Panel li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna mamoste û xwendekarên Zanîngehê, rewşenbîr, wergervan, nivîsakar, endamên Saziya Zimanê Kurdî (SZK), Kongra Îslama Demokratîk, her wiha bi amadebûna Şêx Murşid El Xiznewî hat lidarxistin.

Şêx Murşid El Xiznewî axaftinek têkildarî vê rojê kir û bal kişand li ser roja ziman ku rojekî weke îro girînge mirov bîne bîra hev û wiha got: “Bi rehetî axaftina bi zimanê dayikê li vir heye, ev yek bi saya berxwedana gelê  hatiye bidestxistin.”

Murşid El Xiznewî destnîşan kir ku zanyarên ziman dibêjin insan lal hatiye dunyayê, di encamê haceta bi danûstendinê ziman çêbûye û têlên deng derketine. Ola Îslamê di Quranê de jî, dibêje xwedan ziman diyarî daye insanan, bi wê xwedî taybetmendiyek cuda li kêlek zindiyan din tê dîtin û wiha pê de çû: “Mixabin ji bo windakirina nasnameya gelê Kurd zimanê Kurdî rastî hewildanên qirkirinê anîna, li hemberî vê siyasetê bi rêya huner û feqeyên Kurd zimanê Kurdî hat parastin. Niha jî xebata mamosteyên ziman Kurdî ne kêmî cîhada şervana ye.”

XWEBIŞAFTIN

Piştî axaftinê panel bi xala “Xwebişaftinê” ya ku ji aliyê Mamosteyê Wêjeya Zimanê Kurdî, Nivîskar û Rojnamevan Diyar Bohtî ve hat dayîn dest pê kir.

Diyar Bohtî da zanîn ku Roja Zimanê Dayikê bi xwedîderketin, axaftina, huner û wêjeya bi zimanê dayikê tê pîrozkirin, civak û netew bi zimanê xwe tên naskirin, ziman bi keda hezar salan çêbûye. Derketina zimanê îşaretan heta bûye nasname, ziman bi serê xwe şoreşeke jê mezintir li cîhanê tune ye, emaneteke dîrokî ye û cewherê mirovatiyê di nav de veşartî ye.

Diyar Bohtî destnîşan kir ku pirsgirêka xwebişaftinê yekser li cem Kurdan tê dîtin, ferdên Kurd jî bi xwe vê yekê dikin û wiha mînak da: “Dema babîrek bi neviyên xwe re bi zimanê dayikê neaxive wê demê xwebişaftinê dike.”

Diyar Bohtî da zanîn ku pişaftin bi darê zorê bi destê dagirker û desthildaran tê kirin, xwebişaftin jî xwe helîn e û wiha dom kir: “Pê insan bi xwe, xwe dihelîne, li gorî kêfa xwe vê yekê dike. Divê gelê Kurd zarokên xwe bêhtir nêzî zimanê wan ê dayikê bikin, bi cil û bergên xwe yê resen dikarin xwe ji pişaftinê biparêzin.”

HEWCEDARIYA SIYASETA ZIMANÎ

Nivîskarê Kurd Salih Heydo û Rewşenbîr Beşîr Mele Newaf helbestên bi zimanê Kurdî gotin.

Endamê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Samî Fetah jî di xala panelê de “Siyaset û plana zimanî” hat dayîn û destnîşan kir ku siyaseta zimanî biryareke giringe, di destûran de bi cih dibe. Siyasetên yek zimanî, 2 zimanî û gelek zimanî jî hene û wiha got: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 zimanî ye, li cem rêjîma Sûriyeyê yek zimanî ye. Jê re 2 stûnên sereke jî tê dayîn yekemîn yaedayîn e û ya duyemîn jî plansaziya zimanî ye.”

Samî Fetah da zanîn ku divê zimanê dayikê ji nifşekî derbazê nifşekî bibe û bê parastin.

Panel bi vê xalê bi dawî bû.

(sb)

ANHA