YNK’ê bersiva gefên dewleta Tirk da

Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre ragihand ku naxwazin li ser tu welatekê cîran bibin gef û got: “Şer li ser sînorê Dihok û Amêdiyê li dijî Tirkiyeyê heye, lê YNK’ê tombetbar dikin ku hincetek bê bingehe.”

YNK’ê bersiva gefên dewleta Tirk da
21 sibat, 2024   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre di derbarê gef û zextên dewleta Tirk ên li ser YNK’ê de, ji medya fermî ya YNK’ê re axivî.

Sedî Ehmed Pîre ragihand ku YNK naxwaze li ser tu welatên cîran bibe gef û wiha got: “Ew tometên ku derbarê hevkariya PKK’ê de xistine ser YNK hincetên bê wate û bê bingehin. Ji ber ku şerê li dijî Tirkiyeyê li sînorê Amêdiyê û Dihokê ye, lê YNK tê tombetbarkirin. Dewleta Tirk heta niha nekariye di nava bajarên xwe de pirsgirêka li gel PKK’ê çareser bike, çawa dikare li Herêma Kurdistanê daxwaza çareseriyê bike. Li gel ku hikûmeta Tirkiyê xwediyê gelek kapasîteya madî û gelek çekên pêşketî ye.”

Sedî Ehmed Pîre di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di wê baweriyê dene ku şer û pevçûn ne bijardeyeke serkeftî ye, ji ber wê jî Tirkiye dikare pirsgirêkên xwe yên bi PKK’ê re bi rêyek din çareser bike.

Di derbarê hevdîtina Qubat Talebanî ya li gel rayedarên dewleta Tirk a dagirker de jî Sedî Pîre Ehmed wiha got: “Qubat Talebanî ji rayedarên dewleta Tirk re jî ragihandibû ku amadene ji bo çareseriya pirsgirêka li gel Tirkiyeyê. Lê ew daxwaza tiştek wisa dikin ku li gel me tuneye. Sînor û herêmên me ji Tirkiyeyê dûrin. Tişta ku beriya çend rojan li ser navê serokomarê Tirkiyê li ser kanaleke diyarkirî hat belavkirin, hewleke têkçûyî ya dijberên YNK’ê ye û ji bo me ne nû ye. Berê jî YNK’ê bi fermî bersiva Serokomarê Tirkiyê dabû.”