Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li beşa yekemîn e

Hêzên Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ketin beşa herî mezin a li kampa Holê. Di çarçoveya xebatên lêgerînê ya li vî beşî de çekek kalaşînkof û 4 cercûr hatin desteserkirin.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li beşa yekemîn e
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li beşa yekemîn e
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li beşa yekemîn e
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li beşa yekemîn e
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li beşa yekemîn e
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li beşa yekemîn e
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li beşa yekemîn e
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li beşa yekemîn e
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li beşa yekemîn e
4 sibat, 2024   12:06
HESEKÊ

Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 9’an de dewam dike.

Hêzên hevbeş ên operasyonê (Hêzên Ewlekariya Hundikrîn, YPJ û QSD), di saetên sibehê de ketin beşa yekemîn a kampa Holê. Ev beş ê herî mezin li kampê ku zêdetirî 2 hezar malbatên iraqî lê dimînin.

Beriya lêgerîn li vî beşî were destpêkirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li niştecihên vî beşî kir ku biçin nuqteyên nûkirina sicilan.

Di operasyona ku li beşa yekemîn dewam dike de çekeke kalaşînkov û 4 cercûr hatin desteserkirin ku di kortekê de hatibûn veşartin.

Di 8 rojên operasyonê de yek jê serçete 38 çete û kesên derbarê wan de biryara lêgerînê hebû, hatin girtin.

 Duh di saetên derengiya şevê de serçeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Ebdulhemîd hat girtin. Ev serçete ji belavkirina fikra tundraw a di nava zarokên kampê de berpirsyar bû û têkiliyên wî bi serçeteyên li derve re hebûn.

(bb)

ANHA