Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 6`an de ye

Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 6`an de didomînin.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 6`an de ye
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 6`an de ye
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 6`an de ye
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 6`an de ye
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 6`an de ye
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 6`an de ye
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 6`an de ye
1 sibat, 2024   12:49
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 27`ê Çileyê de qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê da destpêkirin. 

Di roja 6`an a operasyonê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi xebatên lêgerînê di beşa pêncan a kampê kir.

Di wê beşê de sûriyeyî hene ku piştî tunekirina DAIŞ`ê li Baxozê sala 2019`an, li kampê bi cih bûbûn.

Beriya destpêkirina xebatên lêgerînê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hoparloran bang li niştecihên beşê ku berê xwe bidin navendên qeydkirinê ji bo ku Rêveberiya Xweser belgeyên wan qeyd bike.

Di beşa pêncan de mîna li beşa “Muhacîrat” çêbûye, hesver û zarokên çeteyên DAIŞ`ê li dijî hêzan sloganên DAIŞ`ê berz kirin.

28`ê Kanûna 2023`yan serçeteyekî DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Ubeyda El Iraqî di beşa pêncan de hatibû kuştin. Destê Ebû Ubeyda di kuştina gelek jin û mêran li kampê de hebû, berpirsê hedefgirtina kesên dev ji fikrên DAIŞ`ê berdidin an jî red dikirin, bû.

Di vê beşê de di qonaxa duyemîn a Operasona Mirovî û Ewlehiyê de ku sala 2022`yan çêbû, di navbera QSD`ê û şaneyên DAIŞ`ê de şer derket, di encamê de 2 şervanên QSD`ê şehîd bûn û gelek çete jî birîndar bûbûn.

(şx)

ANHA