Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja pêncan de didome

Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê di roja pêncan de didome.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja pêncan de didome
31 ÇILE, 2024   12:52
HESEKÊ

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê dest pê kiriye, didome. 

Nûçegihanên me ragihand ku hêzê duh êvarê li ser îtîrafên kesên di 3 rojên pêşîn de hatine girtin, bi ser hin nuqteyên li gelek beşên kampê de girtiye, lê agahiyên dîtir têkildarî operasyonê nehatin bidestxistin.

Heta niha 31 kes hatine girtin û gelek çek û cebilxane desteser kirine.

(şx)

ANHA