Meclîsa Kongra Star encamnameya civîna xwe aşkera kir

Meclîsa Kongra Star a encam û biryarên civîna xwe ya salane ku 27’ê Çileyê li hatibû li dar xistin bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Meclîsa Kongra Star encamnameya civîna xwe aşkera kir
31 ÇILE, 2024   12:46
 NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 27’ê Çileyê de bi dirûşma ''Bi pêşengiya Zelal û Nûdeman em ê tecrîdê bişkînin û rêxistina xwe ava bikin”, civîna xwe ya salane li dar xistibû . Encamên civînê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.

Biryarên di civînê de hatin wergirtin û plansaziya hate danîn bi vî rengî ye:

"* Konferansa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî, bi pêşengiya Kongra Star û Koma Jinên Zenûbiyayê wê meha Sibatê bê lidarxistin.

* Nameyên ku ji aliyê jinên kurd, ereb û êzîdî ve bên nivîsandin ji bo Rêbertî bê komkirin û bi rengê pirtûka ji derya dilê me re wekî berga duyem bê çapkirin.

* Li ser bingeha paradîgmaya neteweya demokratîk li welatên Rojhilata Navîn kar werin meşandin.

* Li Helebê avakirina komîteya dîplomasiyê.

* Çêkirina dosya li ser jinên pêşeng ku ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin û ji aliyên peywendîdar re bê rêkirin.

* Destpêkirina lêkolînekê li ser sosyolojiya civakê li gorî her herêmekê û rewşa jin tê de berî û piştî şoreşê, paşê komkirina van lêkolînan û ji hêla komîteyekê ve ser bê sekinandin û li gorî wê çareserî bê peydakirin.

* Xurtkirina sîstema hevserokatiyê li tevahî komîn, sazî û desteyên rêveberiyê.

* Di vê salê de vekirina 3 dewreyên perwerdeyê yên biranşan. Her wiha vekirina 3 perwerdeyên li ser kuştina zihniyeta zilaman di nava vê salê de.

* Meclîsa Jinên Êzidî di asta Sûriyeyê de bê berfirehkirin.

* Li gor pêwîstiyan vekirina malên parastina jinê.

* Li hember dagirkeriya dewleta Tirk, li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî rêzeçalakî bi pêşengitiya jinê bê lidarxistin.

* Cih ji zarokên jinên di nava kar de bê vekirin.

* Li hemû komîn, tax, bajarok û bajaran perwerde li ser danasîn û rêziknameya Kongra Star bê dayin."